Li Gundê Habis ê Sitilîlê yê navçeya Mêrdînê Nîsêbînê, ji bo şivanê bi navê Îsmail Akin ê 62 salî û keça wî Elîf Akin a 10 salî yên bi guleyan ji serê xwe ve hatin kuştin merasîmeke cenazeyê ya girseyî hate lidarxistin. Di merasima cenaze de tevî Hevseroka Rêxistina BDP'a Mêrdînê Sihem Elveren Alp, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din amade bûn.

Cenaze bi sloganan hate pêşwazîkirin

Malbatê piştî cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê wergirtin anîn gundê Habisê ya Sitilîlê. Dema konvoya cenaze derbas bû, girseyeke qelabalix li kolanan cenaze pêşwazîkirin û ketin rêzgirtinê. Li gundê Habisê cenaze bi sloganan hate pêşwazîkirin.Girseya gel darbestên keç û bav danîn ser milê xwe û heta goristana gund meşiyan. Girsê di serî de cenaze birin mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî girsê darbestên keç û bav dîsa li ser milê xwe kirin û birin goristana gund û cenazeyên keç û bav li kêleka hev veşartin.


'AKP bi kuştinan bersîv dide berxwedana gel'
Di merasima cenaze de Hevseroka BDP'ê ya Mêrdînê Sihem Elveren Alp, diyar kir ku divê komkujiya li Roboskiyê û kuştina keç û bavê wê ji hev cuda neyên girtin û di heman çarçoveyê de bên nirxandin. Alp, anî ziman ku ev kuştin jî berdewama komkujiya Roboskiyê ye û ji aliyê heman polîtîkayê ve pêk hatiye. Alp, da zanîn ku heta hikûmeta AKP'ê berpirsyaran nebîne û kuştinan ronî neke wê berpirsiyar hikûmeta AKP'ê be.
Alp, destnîşan kir ku gelê kurd di Newrozê de serkeftinek baş bi dest xistiye û ev hikûmeta AKP'ê ev serkeftin û berxwedana gel tehamul nekiriye û bi kuştinê bersîvê dide gelê kurd. Alp, anî ziman ku niha guleyan berdidin serê zarokên kurdan û bi çekên suîqastê zarokên kurdan dikujin û wiha got: "Ev kuştin ji komkujiya li Roboskiyê hîn xerabtir e. Em tu carî vê yekê qebûl nakin û li hemberî vê yekê bêdeng namînin."

'Divê AKP bûyerê ronî bike'
Birayê Îsmaîl Akin Suleyman Akin jî anî ziman ku li dijî gelê kurd hovîtiyek tê meşandin û wiha got: "Ger ku dewleta Tirk vê yekê ronî neke û eşkere neke wê fikaran li pey xwe bihêle. Ger ku kujeran ronî neke emê bêjin tiliya dewletê di nav de heye."
Piştî axaftinan cenazeyên Akin û keça wî bi girseyî hate definkirin. Girsê piştî merasima cenaze meşiyan û ji bo sersaxiyê çûn serdana malbatê."

DÎHA/MÊRDÎN