Cenazeyê keça 16 salî hat dîtin
Cenazeyê Melek Nebîh Xelîl a 16 salî hat dîtin. Çeteyên dewleta çete ya Tirk, ew ji mala wê revandibû. Ev zilma hanê ya dagirkeriyê, bidawîkirina dagirkeriyê jî yekcar ferz dike.
Çeteyên Siltan Murad ên ser bi dewleta çete ya Tirk, 23’ê Gulanê, Melek Nebîh Xelîl a 16 salî revandibû. Cenazeyê Melek Nebîh Xelîl Îna bihurî li nêzî gundê Firizîyê yê Ezazê hate dîtin.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bal bire ser wê yekê ku Melek Nebîh Xelîl li gundê Dêrwêş ê Şereya Efrînê ji aliyê çeteyên Siltan Murad hatibû revandin.
Dewleta çete ya Tirk li Efrînê gelek sûcên şer kirine û van sûcên xwe bi destê eskerên xwe yên dagirkeriyê û çeteyên xwe hê jî dewam dike. EFRÎN