Li gorî agahiyên dawî, hewledanên agirbestekê hene.
Komên çete piştî têkçûna wan a eskerî neçarî hevdîtin û diyalogê bûn.
YPG şert û mercên xwe diyar kir. Divê ev komên çete ji Efrîn û derdora
xwe derkevin û carek din hewl nedin mudaxeleyî kar û barê vê herema
Kurdî bikin.
Bi qasî 22 yekîneyên qaşo 'Artêşa Hur' di vî şerê li
dijî Kurdan û herema Efrînê de cih girtin. Wan xwestin tevahiya heremê
ji bin desthilatdariya Kurdan derxin û mîna herêmên din ên bejahiya
Helebê talan û wêran bikin. Lê ji ber berxwedana YPG'ê bi paşve vekişyan
û neçarî danûstendinê bûn.
Di êrîşên komên çete yên li dijî Efrînê
de, hinek komikên Kurd jî cîh girtin. Koma bi navê (Komele) ku ji aliyê
MIT a Tirk ve li jêr serkêşiya Faris Mîşel Temo û efserekî esil Kurd, bi
navê Bêwar Mistefa, hatibû damezrandin, li gel çeteyan şerê YPG'ê kir.
Vê komê bi riya alavên ragihandinê yên Ereban kampanyaya reşkirinê li
dijî PYD û YPG'ê meşand. Di warê eskerî de jî vê komê ku ji derdora
20-30 kesî ve pêk tê, êrîşî gundên herema Efrînê kir destê vê koma çete û
xayin kete nava xwîna welatiyên Efrînê.
Di vê dema ku bi dehan
komên çete Efrînê dorpêç dikin de em dibînin ku Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDK) zextên xwe zêde dike. Dergehê Sêmilka digre û rê li
tevgera çûn û hatinê dibire. Kurdên rojava tengav dike. Di warê
ragihandinê de jî, Zagros TV a ku her rojê 2 satan li dijî PYD û YPG'ê
weşanê dike, asta êrîş û reşkirinê zêdetir dike. Bi gotinek din, PDK û
derdorên wê yên li ser rûyê erdê di nava gel de marjînal bûne, hewl
didin bi hemû imkanan serkeftinên eskerî yên YPG vala derbixin û rojevê
tam biguherînin. Wek siyaseta pûçkirina berxwedan û tekoşîna YPG'ê ev
çend partiyên marjînal, bûyeran li bajarên rojava derdixin û
xwepêşandanan li dijî PYD û Asayişê organîze dikin, da ku serkeftinên
YPG di nava gel de bêqîmet bikin. Ev siyasetek bi rêk û pêk e û di dema
berxwedana Serêkaniyê de jî hat meşandin.
Di şerê li Efrînê de,
YPG heta niha 15 şehîd dane. Koma çete a bi navê (Komele) di kozika
terorîstan de cihê xwe girt û şerê Kurdan kir. Partî û rêxistinên
hevkarên PDK'ê yên ku di Hotêlên Hewlerê de 'têkoşînê' dikin, bi hemû
şêweyî xwestin vê berxwedana YPG vala derxin bikin.
Tevî hemû
bangên xurtkirina yekîtiya Kurdan, lê mixabin em dibînin ku PDK hîna
mîna berê bi zihniyeta (fifty fifty) tevdigere. Dixwaze herema rojava
dabeş bike û hinek bajar radestî hevkarên xwe bike. Dixwaze hevkarên xwe
bi çek bike û wan li dijî YPG'ê, ne li dijî çeteyan, bide xebitandin.
Ev
yek eger pêkbê, wê bibe sedema şerekî birakujiyê. Eger destûr ji bo
hêzek esekrî ya 2'emîn bê dayin, wê Kurdên Rojava hev bikujin. Lewra
divê tu derfet neyê dayin ku kom û hêzên eskerî ji bilî YPG peyda bibin.
Kesên dixwazin axa xwe biparêzin û rê li ber hêzên rejîmê û çetyan
bigrin, dikarin tevî refên YPG bibin.
Dersên ku divê em derbixin ewin:
-
Êdî YPG wek hêzek eskerî ya tevahiya Kurdên Rojava xwe isbat kiriye û
nema tu hêz dikare pişta wê bide erdê. Divê muxalefeta nijadperest vê
rastiyê nas bike û li gorî wê tevbigere.
- Tercîha dewleta Tirk a li
ser komên çete têk diçe. Li Serêkaniyê têk çû û MIT'ê kesên ku ji bo
şerê Kurdan hatibûn wezîfedarkirin, mîna Newaf Ragip al-Beşîr
qewirandin. Niha li Efrînê jî dê kesên mîna Faris Mişel Temo û Bêwar
Mistefa biqewirîne.
- Divê bi tu şêweyî derfet ji bo koma çete a bi
navê (Komele) neyê dayin ku li Rojava xebatê bike. Divê biryara
qedexekirinê ji aliyê Desteya Bilind a Kurd derbarê vê komê de derkeve.
- Divê yekîtiya Kurdan bê xurtkirin û partiyên di kozika YPG de cihê xwe girtin, bêtin pîrozkirin û cihê rêzê bin.
-
Divê Desteya Bilind a Kurd efûyek giştî derbixe ku her kesên Kurd yên
di nava komên çete de cih girtine, karibin ji vê şaşiyê vegerin û
êborîna xwe bixwazin û vegerin nava refê xwe.
- Divê li gel PDK bête
axaftin û ew dev ji siyaseta qeliskirina hêzên berxwedêr yên gelê Rojava
berde û gef û zextan li ser qada rojava ferz bike. Divê YNK jî ji
hewledanên PDK yên bikaraînana navê hikûmeta Başûr ji bo siyaseta
partîtî agahdar be.
- Divê li ser asta Kurdistan û derve kampanyayeke nû ya alîkariyê ji bo hêza berxwedêr a Rojava were destpêkirin.