Civîna Cenevre 3 a ku diviyabû 25’ê Çime bê lidarxistin, lê taloqî 29’ê Çileyê hatibû kirin, careke din heta demeke ne diyarhate taloqkirin.

Li gorî agahiyên ku Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Endamê MSD’ê Maram Dawud dane ANHA’yê, civîna tu wê îro destpê bikira taloq bû. Sedema taloqkirina civînê hîn nehatiye eşkerekirin, lê têkildarî mijarê hevdîtin berdewam dikin.

Maram Dawut got ku civîn ji bo 1’ê Sibatê hatiye taloqkirin, lê li gorî Salih Muslim jî, hîn dîrok nehatiye diyarkirin û di 1’ê Sibatê de dê diyar bibe.


Li Rûsya, DYA  û NY rexne

Nûnerên Kurdan ku ji bo civînê dewetî Cenevreyê kiribûn, lê piştre jî ji ber ku di lîsteyê de ji wan re cih nehat veqetandin, doh ji Cenevreyê veqetiyan. 

Hevseroka MSD'ê  Îlham Ehmed di mijara ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ji dervahîştina Kurdan de, DYA, NY û Rûsyayê rexne kir got, “Helwesta Tirkiyeyê wekî hincet dibînin. Rexneya me ji DYA, NY û Rûsyayê re ye ku di her firsendî de dibêjin divê Kurd li ser maseyê bin.” 

Ehmed ji DÎHA’yê re axivî. Ehmed da zanîn ku Kurd li derva hatine hîştin û ev tişt got: “Lîsteya ku me pêşkeş kiribû lîsteyek hevpar bû. Ji vê lîsteyê tenê Kurd hatin derxistin. Her wiha ne tenê PYD, Kurd ji lîsteyê hatin derxistin. Ji navên din ên di lîsteyê de ne re jî dewetê takekesî hatin şandin.”

Ehmet anî ziman ku piştî Kurd nehatin dewetkirin endamên MSD’ê yên din jî ku ji wan re dawetên takekesî hatibû rêkirin tevlibûnê qebûl nekirin û wiha dom kir: “MSD tenê li Rojava na her wiha li Şam, Îdlîp.Hamas,Humus û Helebê bi rêxistinkiriye. Bi vê yekê ne tenê Kurd her wiha hêzên hevpar ên vê rêxistinê jî ji derva hatin hîştin. Bi vî awayî çareserî jî ji dervayê vê civînê hat hîştin.”


Bicivin jî encamê nastînin

Ehmet axaftina xwe wiha domand: “Dê di wê civînê de tu çareserî pêk neyê. Dê rewşa qeyran û şer kurtir bibe. Ji xwe ji niha ve diyar e ku dê çareserî pêk neyê. Bicivin jî dê di nava komên muxalîf de nêrînek hevpar tunebe. Rewşek ku dê xirabtir be tê avakirin.”


‘Tirkiyeyê kirin hincet’

Emed daxuyand ku rewşa heyî tenê ji Tirkiyeyê naqewime lê tenê helwesta Tirkiyeyê kirin hincet û DYA, NY û Rûsya wiha rexne kir: “Em tenê Tirkiyeyê rexne nakin. Ji bo DYA û Rûsyayê jî rexneyên me hene. Ên ku digotin teqez divê Kurd li ser vê masê hebin, ger ew tunebin dê çareserî pêk neyê, seknek bi biryar nîşan nedan. Der barê gel û çandan de pîvan û krîterên Netewên Yekbûyî yên cîdî hene. NY xwedî li van pîvanên xwe derneketiye. Divê NY ji bin bandora hêzên siyasî derbikeve û xwedî li pîvanên xwe derbikeve.”


‘Em nayên lîstikên siyasî’

Ehmed diyar kir ku dê êdî ji vir û şûn ve jî têkoşîna xwe berdewam bikin û di bingeha têkoşîna avakirina Sûryeya Federal ya Demokratîk de zêdetir bi cîdî û biryar tevbigerin. Ehmed ani ziman ku ji bo rewşa heyî hên hêzên navneteweyî gotine “hinek din bi sebir bin” û got: “Em pir bi sebirin. Lê tu kes nikare li ser lîstikên siyasî tu planên xwe li hemberî me bixemeriyetê” 


 NAVENDA NÛÇEYAN






Divê PYD tevli civîna Cenevreyê bibe 


Dîrektorê Îcrayê ya HRW'ê Kennet Roth der barê şêrê li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk tê meşandin de axivî û da zanîn ku PYD li hemberî çeteyên DAIŞ'ê hêzeke girîng e û divê ji bo pêşeroja Suriyeyê tevli civîna Cenevreyê bibe.

Ji bo Rapora Mafên Mirovan a Cîhanê aşkera bike Dîrektorê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) Kennet Roth çû Stenbolê. Roth der barê şerê hikûmeta AKP'ê ku li Kurdistanê dimeşîne û nîqaşên civîna Cenewre 3 û pozîsyona PYD'ê de nirxandinan kir. Roth diyar kir ku piştî pêvajoya şer destpêkiriye mirinên kesên sivîl zêde bûye û divê hikûmeta AKP'ê der barê mirinên sivîl de tedbîrên lezgîn werbigire. Roth balê kişand ser rewşa kesên birîndar jî û got ku divê mafên wan yê gihandina tenduristiyê were pêkanîn. 

Roth anî ziman ku li hemberî Kurdan hêzeke bêserûber tê bikaranîn û wiha pê de çû: "Divê tu kes bi awayek kêfî hêz bikar neyne. Bi awayek zelal, ji bo parastina gelê sivîl divê hemû tedbîr werin girtin. Bi taybetî divê ambulans bikevin nav tevgerê. Di vê mijarê de berpirsyariyên Tirkiyeyê yên di çarçoveya peymanên navneteweyî de jî hene."


Hêza herî girîng

Roth pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê hat meşandin jî bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Ev pêvajo hilweşiyaye. Dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî PYD'ê jî naye fêmkirin. PYD li hemberî DAIŞ'ê hêzeke girîng e û divê ji bo pêşeroja Suriyeyê li Cenevreyê be. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo aşitiya gelên Sûriyeyê jî girîng e."


 STENBOL