Heysem Menna ê ji Cenevre 3 re hat vexwendin diyar kir, di civîneke ku nûnerên Kurdan lê ne nebin, ew ê jî ne amade be. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, vexwendînameyên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji 4 nûnerên Kurd re bihatina şandin, di encama hewldanên Enqereyê de di kêliya dawî de nehatin şandin. Li aliyê din, di nabera koma Riyadê ya di bin kontrola Tirkiye û Erebîstana Siûdî de ye, li ser Cenevreyê nakokî û bihevketina wan dewam dike.  Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Heysem Menna, piştî ku nûnerên gelê Kurd ji hevdîtinên li Cenevreyê re nehat vexwendin, wî jî vexwendînameya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mîstûra ya ji bo tevlîbûna wî weke şexs, red kir. Ji bo diyarkirina nûnerên komên mûxalefetê yên tevlî civîna Cenevre 3 bibin, vexwendînameyên fermî yên pêwîst duh danê êvarê ji aliyê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra ve hatin şandin.

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Heysem Menna weke şexs ji civîna Cenevre 3 re hat vexwendin. Ji ber ku nûnerên PYD û rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava ji hevdîtinên Cenevre 3 re nehatin vexwendin Menna ev vexwendînameya şexsî ji wî re hat, red kir.


Bêyî Kurdan encamê nagire

Di vê navberê de hevdîtinên Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û heyeta pê re li Swîsreyê didomin. Muslim venexwendina wan nirxand û got, “Ji civîneke Kurd lê nebin, ti encam dernakeve.”

Li gorî agahiyên ji derdorên dîplomatîk hatin wergirtin, di lîsteya 16 kesan a duh Neteweyên Yekbûyî amade kir de, Salih Muslim jî di nav de 4 nûnerên Kurd hebûn. Lê belê ji ber hewldanên Tirkiyeyê ev vexwendîname gihaşt destê bi tenê 14 kesan. Û vexwendînameyên nûnerên Kurdan hatin sekinandin.


Koma Riyadê

Li aliyê din, di navbera ‘Koma Riyadê’ ya qaşo li ser navê mûxalefeta Sûriyeyê beşdarî Cenevre 3 dibe û piraniya xwe ji rêxistinbûyîna Sûniyan pêk tê, nakokî û rewşa bihevketî dewam dike. Berdevkê komê diyar kir ku vexwendîname ji wan re hatiye lê belê ji ber hin nakokiyan ew ê îro biryarê bidin ku beşdar bibin an na.”


Hûn nikarin boykot bikin!

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov bersiva Enqereyê ku gotibû ‘Ger PYD tevli Cenevreyê bibe em ê boykot bikin’ da û wiha got: ‘Ez tu wateyekê nadim van û daxuyaniyê wan, jixwe Enqere tevli civînên Cenevreyê ya ji bo krîza Sûriyeyê nabe. Çawa ku Moskova, Washîngton û Riyad tevli van civînan nabe Enqere jî li civînê cih nagire. Lewma tu eleqeya civînê bi Enqereyê re tuneye.”

Bogdanov di berdewamiya axavtina xwe de wiha axivî: ‘Ji bo amadekariyên civîna Cenevreyê tenê yê berpirsiyar Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî li Sûriyeyê Steffan De Mîstura ye. Ev hevdîtin yên Sûriyeyê ne, divê ew biryar bidin ka wê kê tevli bibe an tevli nabe. Di encamê de ne Tirkiye û ne jî Rûsya ne berpirsiyarin heyeta mixalif ava bikin.”



CENEVRE






Cenevre 3 tenê temenê aloziyê dirêj dike



Nivîskar û Lêkolînerê Lubnanê Ebas El Huseynî derbarê civîna Cenevre 3 de axivî û diyar kir ku ji ber mudexeleya Amerîka, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Rûsyayê ya li Sûriyeyê pêk tê Meclisa Sûriyeya Demokratîk tevli civînê bibe an nebe jî dê dema aloziyê dirêj bibe.

Huseynî li ser civîna Cenevre 3 de agahiyên di destên xwe de wiha vegot: “Li pêşiya şandeyên muxalefeta Sûriyeyê yên dê beşdarî Cenevreyê bibin astengî hene. Tevî ku Ajansa Bloomberg bal kişand Rûsyayê beşdariya Ceyş El Îslam li beramberî beşdariya Meclisa Sûriyeya Demokratîk qebûl kiriye, lê nûnertiya Ceyş El Îslam a terorîst hatiye qebûlkirin û beşdariya Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim hatiye redkirin.”


‘MSD hebûna xwe îspat kir’

Huseynî got ku dîplomasiya MSD’ê ku li Cenevreyê meşand girîng e û wiha axivî: “Ez texmîn dikim ku ev hevdîtinên çêdibin pir erênî ne. Wekî mînak duh çavkaniyeke Almanî da xuyakirin ku ev meclis dê beşdarî danûstandinên Cenevreyê bibe. Di her halî de Rûsya zextê dike ku MSD’ê beşdar bibe. Vê meclisê di demeke kurt de hebûna xwe îsbat kir. Ger beşdarî Cenevre bibe an jî nebe ev yek dê di pêşerojê de bihêle ku roleke aktîf û girîng bilîze.”

Huseynî da xuyand ku hin hêzên herêmê û hêzên navneteweyî naxwazin MSD’ê tevli Cenevre 3 bibe û axaftina xwe wiha domand: “Ger MSD beşdarî Cenevre 3 bibe an jî nebe, ev danûstandin tenê ji bo dirêjkirina demê ye. Ew dixwazin ku derfeteke din bidest bixin ku Rojhilata Navîn parçe bikin. Jixwe sala 2016’an sala bidawîkirina Hevpeymana Sykes-Picot ye.” 



CÎHAD ROJ / ANHA