
Hevdîtinên Cenevre-4, bi navê 'lêgerîna li çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê' di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li buroya NY a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kir.
Hevdîtin bi civînên her du aliyan dest pê kir. Di vê çarçoveyê de Nûnerê Taybet ê NY Staffan de Mîstûra di destpêkê de bi heyeta rejîmê ya bi serokatiya Nûnerê Timî yê Sûriyeyê li NY Beşşar Caferî re rûnişt. De Mîstûra piştî vê hevdîtinê, bi heyeta 'mûxalefetê' re rûnişt.
Ev hevdîtin bêyî Kurdan tên li darxistin, ku Kurd mezintirîn hêza leşkerî û siyasî ya li herêmê ye. Serokê Komîteya Bilind a Muzakereyê ku weke ekîba Riyadê tê naskirin Yahya Kadamanî û Mûhammed Sabra bi navê sermuzakerevan tevlî hevdîtinan bûn.
Di saetên pêş de wê rûniştina destpêkê li NY pêk were. Tevî heyetên 'mûxalefetê' û rejîmê, çav li rê ye nûnerên dewletên Koma Desteka Navneteweyî ya Sûriyeyê jî tevlî bibin ku Rûsya, DYA, Îran û Tirkiye jî di nav de hene.
Ji hevdîtinan bê hêvî ye
Nûnerên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan de Mîstûra got ku hêviyên wî nîne ku danûsteninên Cenevre-4 ku zû encamekê bi xwe re bîne û got ku ew dixwaze danûstendinan pêş bixe da ku xebatên ber bi çareseriya siyasî de pêk were. Li gorî nûçeya Rutersê ku disipêrê Staffan de Mîstûra, danûstendin bi nakok dê pêk werin. Di navbera şandeya rêjîmê û şandeya opozisyonê de nakokiyên mezin hene.
Staffan de Mîstûra li ser mijarê got ku Rûsiyaya ku piştgiriya rêjîma Sûriyê kiriye, ji hikûmeta Sûriyê dawaz kir ku bombebarana li ser herêmên di bin destê opozisyonê rawestîne. Di heman demê de di dema danûstendinan de şer jî rawestîne û tu çalakiyan pêk neyne.
Staffan de Mîstûra her wiha da zanîn ku wan ji dewletên piştigirya opozisyonê dikin kiriye ku ji wan bixwaze ku di dema danûstendinan de di çarçoveya sorkirinê de tevnegerin û li tu deveran êrîşan pêk neyînin.
Hevdîtinên di bin siya şer de
Di heman demê de Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li Dera û gundên bakurê Helebê û derdora Şamê di navbera hêzên rêjmê û çekdarên opozisyonê de şer derket. Navendê di nûçeya xwe de got ku îro di saetên sibê li taxa El-Menşiye ya Dera Beled di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opzisyonê şerên diwjar qewimîn. Di heman demê hêzên rêjîmê 8 fûza avêtin herêmê û di encamê de gelek wêranî pêk hat. Navendê her wiha destnîşan kir ku hêzên rêjîmê gelek deverên din ên Deraa topbaran kirin û şerê di herêmêl de didome.
ANF / CENEVRE