Duh cara duyemîn bû ku De Mistura li Cenvreyê bi şandeya rejîma Sûriyeyê re dicive, lê belê şandeya qaşo muxalîf ji ber gazinên xwe yên derbarê pevçûnên hundir Sûriyeyê de diqewimin duh di hevdîtinan de ne amade bû.


Li ber têkçûnê ye

Gelek dîplomatên bi rewşa Sûriyeyê re eleqedar, di demên dawiyê de bi riya daxuyaniyê xwe destnîşan kiribûn ku danûstandinên Cenevre 3 mumkine di her kêliyê de têk biçin. Derbarê mijarê de Dem Mistura duh diyar kiribû ku baweriya di navbera herdu aliyên ku di cenvreyê de amade ne; ango rejîm û muxalefetê, ber bi tunebûnê ve diçe. Lewra danûstandin li pêşberî aloziyê ne.

De Mistura di hevpeyvîneke xwe ya li gel televîzyoneke biyanî re destnîşan kiribû ku divê  bi danûstandinan re hemwext herdu alî jî guherînên ber biçav li ser rûyê erdê pêk bînin û wiha pê de çû: “Eger guherîn nebin, em ê; ango Neteweyên Yekbûyî, yekemîn aliyê ku ji we re bêjin ‘Spas ji we re, lê belê hêviya me di guherînên ber biçav de bû’”.

De Mistura ji Televîzyona RTS a Siwîsreyê re jî gotibû di her kêliyê de mumkine civîn têk biçe bi taybet herdu alî ji 5 salan ve di nav pevçûnan de ne û bawerî bi temamî di nav wan de nemaye.


Şandeya muxalîfan ne cidî ye

Beriya 2 rojan, serokê şandeya rejîma Sûriyeyê Beşar El-Caferî piştî hevdîtina xwe bi De Mistura re li Cenvreyê di civîneke çapemeniyê de daxyandibû ku muxalefet 6 rojan ji Cenvre-3 dereng maye û şande weke “ne cidî” bi nav kirbû.


Rejîmê hemû şertên muxalefetê red kiriye

Heya vê kêliyê muxalefet bi hinceta ku şerê rejîmê şerê li herêmê ranewestandiye û alîkarî derbas nabin de, beşdarê danûstandinan nebûye. Li beramberî wê jî hemû daxuyaniyên ji aliyê şandeya rejîmê ve tên dayîn daxwaz û şertên muxalefetê red dikin.


Siûdî û Tirkiya jî muxalîfan sor dikin

Serokê Karê derve yê Siûdî Erebîstanê Adil Cibêr bi destpêkirina danûstandinên Cenevre 3 re hemwext daxuyand ku tevî civîn têk biçe ew alîkariya xwe ji komên çekdar ên li hundir Sûriyeyê re ranawestînin. Heman daxuyanî ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ve jî hatibû dayîn. 


 ANHA / CEREVRE