
Li ser pirsa ger hate gotin Kurd di nava koalîsyonê de dê beşdarî kongreyê bibin an beşdar nabin Ehmed wiha got: ‘‘Çi civîna ku li ser rewşa Sûriyeyê bê lidar xistin û pirsgirêka Kurd têde neyê nîqaş kirin dê bi ser nekeve.”
Derbarê mijarên ku dê di kongreyê de pêşniyar bikin Ehmed ev tişt got: ‘‘Ger Desteya Bilind di Kongereya Cenevrê de beşdar bû, em ê mijarên wekî rewşa herêmên Kurdî yên ku zêdeyî 2 salane ji destê rêjîma Baas hatine rizgarkirin û rêveberiya hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên herêmê de pêşniyar bikin û nîqaş bikin.’’
Muxalefet nikare rêveberiyê bike
Derbarê sedema paşdexistina kongreyê û hin aliyên ku behsa mijara perçebûna Sûriyeyê dikin, Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed diyar kir ku, meseleya parçekirina Sûriyeyê ji gelek aliyan li paş perdeyê tê nîqaşkirin û wiha dom kir: ‘‘Kongre hîn nehatiye lidarxistin, ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ji ber vê sedemê kongre hatiye paşdexistin. Ya rast parçekirina Sûriyeyê ne tiştekî hêsane û ev yek girêdayî belavbûna netewî ya li ser xaka Sûriyeyê, ya din hêzên muxalefetê heta niha nikare rêveberiya Sûriyeyê bike. Em wek Desteya Bilind parçebûnê qebûl nakin û ev yek ne raste.’’
Muxalefeta esasî Kurd in
Îlham Ehmed derbarê herêmên Kurdî de da zanîn ku, gelê Kurd heta niha îspat kirine ku ew dikarin bi awayekî serkeftî rêveberiya herêmên xwe bikin û ev tişt anî ziman: ‘‘Paşguhkirina gelê Kurd di Kongreya Cenevreyê de, dê bibe kopyayek ji kongreya Cenevreya yekem. Her wiha wê bibe kopyek ji civînên Qahîra û civînên din ên ku derbarê Sûriyeyê de hatin lidarxistin. Serkeftina kongreyê vedigere tevlîbûna muxalefeta Kurd, ji ber ku ew muxalefeta herî rêxistinkirî di Sûriyeyê de ne.”
Îlham Ehmed derbarê êrîşên komên çete yên li dijî herêmê Rojavayê Kurdistnê de jî wiha axivî: ‘‘Êrîşên wan koman li dijî hebûna gelê Kurde, ji ber vê yekê gelê Kurd bi hemû hêza xwe li dijî van êrîşan derdikeve. Lê hin partî û aliyên Kurd li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyî nêzî wan komên çete dibin. Pêwîste hemû alî şerên xwe li ser erdê rawestînin û pirsgirêkên heyî di riya dîalok û gotûbêjan bêne çareserkirin. ‘‘
TÊLÎ EBDUREHMAN/ANHA/QAMIŞLO