HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan ên li Sêrt, Lêlikan, Çelê, Herêma Barzan û Sîdekanê ên li dijî dagirkeran de herî kêm 9 eskerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rêze çalakiyên gerîla agahî dan û ji bo çalakiyên 10’ê Cotmehê got, “Hêzên me saet 08:15’an li Girê Lêlikan ê girêdayî Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve bi rê ve çû, bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hat xistin, bi qasî hate zelalkirin 4 esker hatin kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê saet 14:20’an, li dijî eskerên li Girê Lêlikanê bi cih bûbûn çalakiyeke sekvaniyê kir û di vê çalakiyê de eskerek hate kuştin.

Hêzên me saet 19:00’an li dijî eskerên artêşa Tirk ên li girê Xwedê yê li Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bi çalakiyeke sekvaniyê eskerek kuşt.

 

Li Çelê gerîla kozik û çeperan da

Saet 11:30’î hêzên me li Girê Xeregol a girêdayî navçeya Çelê ya Colemrêgê li dijî eskerên artêşa Tirk çalakiyek kir, bi xurtî li çeper û kozikên eskeran xist. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên eskeran nehat zelalkirin.”

HPG´ê ji bo çalakiya gerîlayan a 9 û 10´ê Cotmehê li Sêrtê kirî jî got, “ Hêzên me 9’ê Cotmehê saet 10:45’an li dijî eskerên artêşa Tirk a li Girê Şehîd Canxot ê girêdayî herêma Herekol a Sêrtê, çalakiyek kir û 3 esker kuştin, 3 jî birîndar kirin.

Hêzên me 10’ê Cotmehê saet 16:30’î eskerên li Girê Canxort kirin hedef û çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin derbên giran xwarin, l têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.”

 

ANF/BEHDÎNAN