Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li navçeya Dihê ya bi ser Sêrtê li dijî eskerên li Girê Garisa çalakiyek li dar xistiye û 3 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştine. Di çalakiyê de 2 esker jî hatine birîndarkirin.
Navendê got, gerîlayan ev çalakî 16´ê Îlonê li dar xistiye.
HPG´ê da zanîn ku 23’ê Îlonê jî gerîlayan li dijî eskerên Tirk ên li qereqola TRT Gabarê ya li Şirnexê, di çalakiyeke sûîkastê deeskerek kuştiye. Gerîlayan 24’ê Îlonê careke din li heman qereqolê daye, lê vê carê hejmara eskerên kuştî û birîndar kirî nehatiye zelalkirin.
24 caran tam li hedefê xistin
HPG’ê bi daxuyaniyeke din a nivîskî diyar kir ku gerîlayan 10’ê Îlonê bi ser qereqola Rûbarok a li Şemzînana ser bi Colemêrgê de girtiye, di encamê de avahiyeke qereqolê bi temamî şewitiye, eskeran qereqola xwe bi cih hiştiye û reviyane.
Navendê tevî daxuyaniyê dîmenên çalakiyê jî weşandin ku nîşan dide çawa topên hawanê û fîşekên roketan 24 caran li kozik, mewzî û avahiyên qereqolê dikevin.
HPG´ê da zanîn ku tevî xisar û zaiyata mezin a hêzên artêşa Tirk jî wan nekariya hejmara tam zelal bikin.
ANF / BEHDÎNAN