Li gorî daxuyaniya HPG’ê, li Bazîdê herî kêm 10 leşker hatine kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûne. Li Çelê û Geverê jî di çalakiyan de 9 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Bazîd, Çelê û Geverê ev agahî da:”Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de hêzên me 8’ê Mijdarê li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa Tirk  a li ser girê Birnê Reş çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li leşkerên li ser gir xistin û di encamê de 3 stargeh û 2 çeper rûxandin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û tankan bombe li herêmê barand. Û termên leşkerên xwe û birîndarên xwe bi gelek helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.

Li Çelê û Geverê 9 esker

8’ê Mijdarê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa Tirk  a li ser girê Xeregolê xistin. Çalakî ji du baskan ve li dijî stargeh û çeperên dijmin pêk hat. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

7’ê Mijdarê gerîla li dijî leşkerê Tirk ku li girê Şehîd Rahîme ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji du baskan ve derb li makîneyên kar û çeperên leşkerên dijmin hatin xistin û kepçeyek hate îmhakirin. Li wir jî 6 leşkerên  hatin kuştin.”

 

ANF/BEHDÎNAN