Çalakiya Mertalên Zindî ya ku bi pêşengiya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê destpê kir didome. Dayikan ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya Herêma Federal a Kurdistanê roja 4’emîne çalakiya xwe bi biryarî didominin. Mertalên zindî li sîperên leşkeran ku ketin, flamayên kesk û sor û zer, ala spî çikandin û sîper kirin cihên berxwedanê.
Li herêma Derî Berkur û Derî Davetiya ya li gundê Zevyan abi ser Qilabana Şirnexê çalakiya Mertalên Zindî ya ku bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê ve hate destpêkirin kete roja 4’emîn. Çalakiya ku ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hate destpêkirin li gel hemû astengiyan bi biryariyake mezin didome. Mertalên zindî ji ber germê di nava rojê de ji bo xwe sîdank çêkirin û piştî ku roj çû ava hatin ba hev û bi vî rengî moralê didin hev. Li gel temenê xwe yên mezin mertalên zindî li hemberî hemu zor û zehmetiyan li ber xwe didin û çalakiya xwe bi biryarî didomînin. Jiyana rojane ya mertalên zindî ku ji bajarên cuda hatine mînaka jiyana komunal nîşan da. Mertalên zindî ala spî, flamayên kesk û sor û zer û ala KCK’î li sîperên leşkerî çikandin û li dijî operasyonan nobet girtin. Mertalên zindî sîperên leşkeran kirin cihê berxwedanê.

AKP hate teşhîrkirin
Piştî fitarê li ser agir çay hate demkirin u sohbetê dest pê kir û piştre jî panel hate dayîn. Di panelê de pêşketinên siyasî yên dawî hatin nirxandin û hate diyar kirin mu ev bawer in 2011’an dê bibe sala an azadiyê. Hikûmeta AKP’ê her carê bi polîtîkayên têkçûyî qala çarasiriyê kir. Lê gavek jî nehat avêtin. Her carê leşker û polîs xistin dewreyê û zilm û zor li ser me kirin. Vê carê ji dibêjin qey dê feraseta xirakirinê me tune bikin. Lê nizanin ku di nava 30 salan de heza me ya berxwedanê nekarîne bişikênin. Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Hava Kiran axivî û got ku ew ê li gel hemû zor û zehmetiyan çalakiya xwe bidomînin. Piştre jî Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî û polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP’ê anî ziman.

Bi şev nobet girtin
Piştî panelê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê bi stranên xwe her kes coşandin. Li gel saetên dereng ên şevê ciwanên ku ji gund hatin bi dirûşmên xwe piştgirî dan mertalan. Welatî heta paşîvê hişyar man û paşîvê jî bi erbaneyan govend gerandin. Piştre jî nobet hate girtin. Mertalan nobet li ser riya gund hemberî girê ku leşker nobetê digirin hate girtin. Li aliyê din li cihê ku mertalên zindî disekinin dem bi dem helîkopter nizim difirin.

Her wiha Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Wan û Bedlîsê ku ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê çûn Çelê 100 metre derveyî Çelê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Dayikan destnîşan kirin ku ji bo xwîn nerije bedena xwe dikin mertal.

DÎHA/ŞIRNEX