Îja ev tekili hat gihaşt asteke wisa ku, her Îran, her Iraq, Sûrî an jî Tirkiyê, îro li kîjan welatê dagirker dinêrî, ji bo ku Kurd çavên xwe venekin, stuyê xwe ranekin, pişta xwe rast nekin, dest dane hev, carina bi şêweya dijmintiyê carina bi şêweya dostaniyê ve di nav xwe de jî tekiliyeke derînsaniyê didomînin. Carina dibin çep, carina dibin rast, carina oldar, carina komunîst in, carina nîqaşên demoqrasiyê dişopînin carina bi cilên şanoyê ve derdikevin ser xuyangê, lê dawiya dawî ji bo xewkirina Kurdan li ser hevpeymaneke bênivîs lihev tên, zimanê hev dikin yek, heta carina artêşên xwe jî dibe yek artêş.
Vêcar li Tirkiyê ev şopa dîrok ji nû ve cebanî bûye. “Cepheyeke welatî” ava dikin. Bi rêbertiya AKP’ê ve kom dibin ser hev. Di bin ala faşîzmê de biryar girtine û ji Kemalîstan bigirin heta oldarên durû, ji hev re hemêz vekirine. Çi ku Kurd li her parçê welatê piçûk an jî mezin êdî xwedî hêzek e. Hêza xwe ya leşkeriyê, hêza xwe ya siyasetê, hêza xwe ya çand, huner, wêje û dîplomasiyê gav bi gav xurt dike.
Seroka Partiya Vatan’ê Dogu Perînçek, du roj berê qise kir, di axaftina xwe de qala vê cepheye kir, û “Cepheya Welêt” binav kir. Piranî gotin ew faşîstek e, her tim faşist bû, axaftina wî her tim bêaqilî û bêhişmendî bû, ji ber wê hewce nake însan guh bide tiştên bi vî rengî. Lê di rojname ya Akît’ê de jî berdevkê oldaran Abdurrahman Dilipak jî her wisa heman tişt bilêv kir. Ji bo ku însanên Kurd di bodrûma xaniyekî de werin qetilkirin, werin kuştin û her kes Jî ev yek di wîjdana xwe de bipejirîne, derewên beredayî anîn ziman ku “li Cizîrê fermandarên Emrîka û Îsraîlê bicîh bûne”.
Axaftinên bi vî hawî ne axaftinên vala ye. Divê nirx were dayîn, Kurd û hêzên demoqrasiyê bi sekneke baldarî nêzî van yekan bin. Heta ku Kurd hêzên xwe yê dîrokî biparêzin, ji nû ve ava bikin, ji bo parastina xwe, ji bo hebûn û ji bo ayende ya xwe bi tu awayî çavên xwe negirin û her tim baweriya xwe test bikin.