Cerdevan piştî girtina kampa penaberan, hewl didin Êzîdiyên ku dixwazin li Mîdyayê bimînin, bişelînin. Êriş birin ser HDP’yiyên ku destekê didin Êzîdiyan.
Dewleta Tirk a dagirker, beriya bi demekê 5 kampên penaberan ên li Semsûr, Mêrdînê vala kiribûn û ragihandibûn ku ew ê kampan bibin nav kampên Hatay, Kilîs û Rihayê. Valakirina kampa li Mîdyadê hê jî didome.
Li kampê ku gelek malbatên Êzîdî jî lê hene, gelek malbatên koçber ên ji Sûriyeyê birin kampên din.
Hewl dan bi bihayên zêde xanî bi kirê bidin
Êzîdiyên ku nexwestin biçin kampên din, xwestin xaniyan ji xwe re kirê bikin. Lê derkete holê ku hin kes ku di nav van de cerdevan jî hebûn, xwestin ku bi bihayekî zêde xaniyan bidin Êzîdiyan û wan bişelînin. Hate gotin, cerdevan bi komîsyonan û bi bihayekî zêde xwestine ku Êzîdiyan li malên ku wan diyar kirine, bi cih bikin.
Xwe avêtin HDP’ê
Êzîdî dema ku hay ji vê çêbûn, miracaetî li Komîsyona Hevgritina Şengaliyan da, ev komîsyon ji hêla Rêxistin Navçeyê ya HDP’ê ve hatibû vekirin. HDP’yî û Êzîdî ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatin cem hev. Piştî vê hevdîtinê komeke ku di nav wan de cerdevan jî hebûn, êriş bir ser HDP’yiyan.
Firat Kuçukaslan ê HDP’yî ku Suryanî ye, di êrişê de birîndar bû. Bedena Kuçuaslan şîn û reş bû. Wekî din jî gef li Kuçukaslan û ên pê re bi vî rengê hatiye xwarin: “Hûn tevlî vî karî nebin. Heke hûn tev bidin wê gelek tiştên xirab jê derkevin.”
ANF/MÊRDÎN