
Li Êlihê, ji du zarokên bi guleya cerdevanê berê birîndar bûyî, yekî jiyana xwe ji dest da.
Êriş 9’ê Gulanê li bajarokê Aynkêf ê ser bi navçeya Êlihê Kercosê rû da. Kevne-cerdevanê 67 salî A.E., bi tivingê gule berdan du zarokên cîranê xwe û ew birîndar kirin. Zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Ji van zarokan Vedat Dundar K. ê 14 salî êvara duşemê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li goristana bajarok hate veşartin. Rewşa tenduristiyê ya E.K. ê 16 salî jî giran e.
Waliyê Êlihê rojekê piştî bûyerê daxuyanî da û got: “Gumanbarê bûyerê cerdevan nîne, kesê bi navê A.E. ê aqlê wî ne temam e û hatiye girtin.”
Bav Hayrettîn K. jî got, kesê gule li zarokên wî reşandî, cerdevanê berê ye û aqlê wî jî temam e.
ÊLIH