Serokê Meclisa Gel a Herêma navbera Cerablûs, Heleb û Ezaz ku ji 117 gundan pêk tê Recep Xelfan, der barê êrîşên çeteyan ên bi komkujiyên li Til Eran û Til Hasilê destpê kirin û hîna jî dewam dikin, agahiyên girîng da. Xelfan diyar kir ku bi êrîşên komkujî û koçberkirinê zêdeyî 10 hezar mirov ku koçber kirin, tê xwestin ku herêm bê Kurd bê hiştin û wiha axivî: “Êdî li herêmê mîna cerdevaniya li Tirkiyeyê, biçekkirina gundan bi zorê tê ferzkirin.
Xelfan da zanîn ku tu gund nemane rastî êrîşan nehatine û wiha got: “Di demên dawî de diavêjin ser gundan û hewl didin bi zorê çekan bidin gundiyan. Bi alikariya Kurdên nûker ku her daîm xwe difirûşin komên çete êrîşî gel dike. Ji ber komkujiya li Til Eran û Til Hasilê, Şoreşger Eniya El Ekrad, qaşo ji bo gel hîn bêtir zerarê nebîne, bi awayekî taktîkî xwe vekişand. Çeteyan jî ev yek weke firsend bikar anîn û êrîşên xwe zêde kir.
SEYÎD EVRAN-ANF/EFRÎN