Dîdeban
Heta wê rojê li ser gelên Kafkasan zêde nesekinîbû. Ew roj ji bo vê babetê rojeke dîrokî bû. Gava wî û hevala Çerkes ji bo xwarineke bi hev re li hev kirin, pirs hate ser kîjan xwarinê, pê re jî ji devê wî ji nişkeve peyva masî derket. Xanima Çerkes bi bişîrînî li rûyê wî nêrî û got: Ma tu nizanî ku em Çerkes masî naxwin?
Mêrê navsere yê beşek girîng ji jiyana xwe di nav siyasetê de derbas kiribû û xwe li ser gelek babet û mijarên cûrbicûr gihandî bi vê pirsê re di cih de matmayî ma:
Tu henekan dikî! Wê berdewam kir: Na, henekê çi? Bi rastî jî em masî naxwin û ez xemgîm im ku tu ji vêya ne haydar î!
Çima? Ma ez neçar im ji her tiştên vê dinê agahdar bim?
Xanima Çerkes mîna ku xaleke zirav û lawaz a camêrî qefaltibe neba dev jê berda:
Kêliya berê me li ser Ermenan sohbet kir. Pir bala min kişand te ji gelek Ermenan pirtir zanyarî vegotin. Ji dîroka wan bigir heta bi erdnîgarî, çand û serpêhatiyên wan tev de bi gelek belgeyên zanistî ve palpişt te pêşkêş kirin. Çima hûn Kurd hinde heyranê Ermenan in û ev gelên din yên li herêmê bi taybetî jî yên Kafkasan ku ew jî rastî gelek komkujî û barbariyên hovane hatine yan hîç bala we nakişîne yan jî agahiyên we li ser wan pir kêm in?
Sirûştî ye ku ew jî ne li benda êrîşeke wiha bû, kêlîkî nema zanî bi çi awayî bibersivîne û dûv re dewam kir: Em Kurd heyranên Ermenan jî bin alîyekî wê yê mentiqî heye, ew gelê qedîm û kevnar yê herêmê li ber çavên me ji holê hatin rakirin. Heyranî nebe jî belkî ji gelek alîyan ve deyndarî hebe. Lê ev nayê wê maneyê ku em ji Ermenan hez dikin û ji gelên Kafkasan hez nakin. Ji xwe gelekî bi tevahî nayê hezkirin an jî nehezkirin.
Xanimê kevirekî din danî ber: Lê qebûl bike agahiyên we pir kêm in.
Zilam bê îrade cardin ket parastinê: Na agahiyên me gelek in. Çerkes gelekî ji herî kevnar yê Kafkasan e. Bi mêrxasiya xwe navdar in. Di dîrokê de kesayetên wek Çerkes Ethem ku li dijî Mistefa Kemal têkoşiyaye ji nav wan derketine û mixabin di xizmeta dewleta Osmanî û komara Tirk de jî gelek xizmetên çê û neçê jî kirine. Pê ve girêdayî ji Balkanan bigir heta çolên Ereban, Filîstîn û Ûrdûnê jî belavela bûne. Heta ez ji te re bêjim. Xwarina wan ya herî navdar jî Mirîşka Çerkesan e.
Xanima çerkes keniya û got: Ji xwe yê bi vê xwarinê nezane nîne, lê kesekî xwaribe jî heta niha li rastî min nehatiye!
Baş e ka tu bêje, hûn çima masiyan naxwin? Ez dizanim ku Cihû, Misilman û hinekên din goştê berazî naxwin, Elewî goştê kêvroşkan naxwin, Êzîdî kelem û lehana naxwin lê ya we tênagihijim. Mirov çawa masî naxwe, masî yek ji baştirîn û tenduristirîn xurekê xwezayê ye, ne wisa ye?
Xanima ku xwe di niqaşê de serkeftî hîs dikir, bi bişîrîneke dilşad dewam kir: Sedemên nexwarina wan bi giştî ji ber bawerî û egerên olî ne. Lê yê me ne wisa ye. Eger ez niha pirsa serdema Komkujiya Ermenan bikim tu yê di cih de bersivê bidî, lê ya gelên Kafkas û Çerkesan ji bo te wê zehmet be. Em Çerkes 21 ê Gulana sala 1864 an wek roja komkujî û sirgûniya herî mezin a gelê xwe qebûl dikin. Heta wê demê li Kafkasan jiyaneke azad û dilşad me hebû. Piştre gelê me bû amûrê bikaranîna di navbera dewletên Ûrîs û Osmaniyan de. Ûrisetê welatê me dagir kir, warê me xera û wêran kirin. Bi sedhezan mirovên me li keştî û kelekan siwar kirin û ber bi dewleta Osmanî ve şandin. Ew keştî û kelekên xerabe di Deryaya Reş de noq bûn, bi hezaran mirov ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn bi avê de çûn. Vaye gelê me jî goştê masiyan wek goştê bav û kalan dihesibînin û naxwin. Ev jî ji bo hevalekî Kurd bila bibe agahdariyeke nû. Ma nabe?
Êdî tiştekî lêzedikirinê nemabû!