Li ser banga yekî ji lîderên Şîî yên Iraqê Muqteda el-Sedr a pêr êvarê, doh danê sibehê bi hezaran Iraqiyî li paytext Bexdayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê şermezar kir û daxwaz jî kirin ku eskerên xwe vekişîne.
Çalakgeran li ber konsolosxaneya Tirkiyê a li herêma Wezîriye ya Bexdayê dest bi xwepêşandanê kir. Xwpêşandaran li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Iraqê got, “Pêwîste hêzên dagirker li ser xaka Iraqê biçin derve.”
Pêr êvarê Serokê Tevgera Sedir a Iraqê, Muqteda Sedir ji welatiyan xwest ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber konsolosxaneya vî welatî çalakiyê li dar bixin.
BEXDA