Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê DYE´yê James Mattis a li Bexda û Hewlêrê, Çavûşoglû hat Bexdayê. Mattis di serdana xwe de ji Bexda û Hewlêrê re got, "diyalogê bidomînin", Çavûşoglû û Erdogan jî got, "Em teqez li dijî referandûmê ne."
Bi nêzîkbûna qedandina şerê DAIŞ'ê yê li Iraqê û nêzîkbûna dema referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê re, piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYE´yê James Mattis pêr çû serdana Bexda û Hewlêrê, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî doh çû Bexdayê. Çavûşoglû piştî Bexdayê wê biçe serdana Hewlêrê jî.
Mattis piştî serdana Urdunê pêr çû Bexdayê û bi Serokwezîr Haydar El Ebadî û hin rayedarên din ên Iraqî re rûnişt. Piştî hevdîtinê ji Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate gotin, "Wezîrê Parastinê yê DYA bal kişandiye ser yekparebûna axa Iraqê û gotiye, ku ew li dijî her şêwe hewldanên ji bo parçebûna Iraqê ne."
Mattis bi PDK û YNK re rûnişt
Mattis pêr êvarê berê li Hewlêrê bi heyeteke PDK û YNK´ê re rûnişt. Heyeta bi serokatiya Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, ji endamê Polîtburoya YNK'ê û alîkarê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî, ji Polîtburo ya PDK'ê Roj Nûrî Şaweys, Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talabanî û rayedarên pêşmergeyan pêk hat. Nûnerê Taybet ê Serokê DYE´yê yê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk, Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê Korgeneral Stephen Townsend, Sefîrê Bilind ê DYA yê li Bexdayê Doûglas Sîllîman û Serkonsolosê DYA yê li Hewlêrê Ken Gross jî tevlî civînê bûn. Li gorî agahiyan, xala bingehîn a rojeva vê civînê jî referandûm bû.
Berdevka Wezareta Parastinê ya Pentagonê Dana W. White piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, Mattis bal kişandiye ser hevkariya Bexda û Hewlêrê. Ji daxuyaniyê em fêm dikin ku Mattis referandûm weke kêm îhtîmal nirxandiye û ji Barzanî û Ebadî xwestiye ku diyaloga xwe dewam bikin. Rawestgeheke din a Mattis Tirkiye ye. Dema nûçeya me dihat amadekirin, Mattis ji bo hevdîtinan gihiştibû Enqerê.
ROJNEWS/BEXDA