Rewşa siyasî ya li Tirkiyê bi her awayî nîşaneyên rejîmeke leşkerî radixe pêş çavan. Jixwe daraz, arteş, asayîş, zanîngeh, sermaye û piraniya sendîkayan bûne wek berdevkê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan. Niha jî bi hewldanên hikûmeta AKPê yên dawî, êdî ti rola parlamentoyê jî namîne. Yanî her sê lingên rejîma parlamenteriya demokratîk; parlamento, daraz û hikûmet tenê di destê kesekî, di destê Erdogan de kom dibin û Erdogan him wê yasayan li gorî dilê xwe bide çêkirin, him wê hikûmetê bi rê ve bibe û him jî wê muxalifan bide darizandin û cezakirin.

Li gorî pêşnûmaya dawî ya AKP´ê ya ku aniye parlamentoyê; ji bo operasyonên leşkerî û asayîşî êdî destûra parlamentoyê pêwîst nake û tenê bi destûra lijneya wezîran rewşa awarte wê bê îlankirin, pêşiya leşkeran tê vekirin ku kengî bixwazin kanibin li bajaran operasyonan li dar bixin, însanan bikujin û ji ber kirinên xwe jî qet neyên darizandin…

Jixwe, siyaset jî xitimiye. Partiyên opozîsyonê yên mîna CHP û MHP´ê tenê bi roleke wek bihêzkirina Erdogan radibin û bi navê parastina dewletê, bûne wek dest û piyên wî. Ew di nava xwe de bi pirsgirêkên giran re mijûl in. Wer xuya ye; ku mehên vê havînê di siyaseta Tirkiyeyê de wê hewldanên nû bi xwe re  bînin û belkî ji nava van partiyan, yên nû derkevin ser dika siyasetê. Jixwe MHP tevlîhev e. Di nava CHP´ê de jî behsa bi kongreyeke awarte, daxistina Kemal Kiliçdaroglu û li şûna wî ji bo serokatiya partiyê, erkdarkirina Fîkrî Saglar tê bilêvkirin. Saglar bi mesajên xwe yên wek çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û bipêşxistina demokratîkkirina rejîmê tê nasîn.

Li hinda van qewmînan, rakirina mafê destnedayîna parlamenterên HDP´î jî wê agirê siyasî yê li Tirkiyê hîn gurrtir bike. Berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) eşkere dikin ku “lidervehiştina parlamenterên Kurd ji parlamentoyê, wê çîroka tevlîbûna YE’yê ya Tirkiyê bi dawî bike!..“

Siyaset tevlîhev e, lê destê arteşê her diçe tê bihêzkirin û her pratîka wê li derveyî kontrolkirina qanûnan tê hiştin. Jixwe, çend bajarên bakurê Kurdistanê hatin wêrankirin û bi sedan însan hatin kuştin û bi qanûna bê derxistin jî ew ê hovîtiya xwe ya bi vî rengî zêdetir bixin pratîkê.

Yanî wekî ku li dar e; êdî tenê dengê Erdogan û yê çekan tê bîhistin. Amadekarî û daxuyaniyên berdevkên hikûmetê û yên Erdogan diyar dikin ku ji îro pê de jî ji xeynî bikaranîna çekan û fetisandina jiyana civakî ti polîtîkaya wan tune ye..

Lê ev rewş heta kengî wê wer dewam bike? Pêkhateyên li Tirkiyeyê li dar in, helbet nîşaneya tirsa otorîteyekê radixe pêş çavan ku ji her hêlê ve hatiye dorpêçkirin û xwe wek tê fetisandin hîs dike.

Him li hundir û him jî li derveyî welat polîtîkayên hikûmeta AKP´ê û bertekên li hemberî van polîtîkayan ketine nava hev û bi hevdu ve hatine girêdan; bi taybetî jî di pirsgirêka Kurdî de. Li Rojava bipêşveçûna Kurdan a ber bi gihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê û têkbirina DAÎŞ´ê ve hemû xetên sor ên ku dewleta Tirk ên li pêşiya Kurdan kişandine, tên hilweşandin. 

Helbet bi girtina kontrola Minbicê re li Rojava demildest aramî pêk nayê û Tirkiye wê bi polîtîkayên xwe yên qilêr dewam bike ku xelkên wir berde hev û bi Kurdan re bide şerkirin. Lê bi rizgarkirina Minbicê re xelkên li bakurê Helebê wê firsenda naskirina pergala Xweseriya Demokratîk bi dest bixin. Li gel vê yekê; êdî hêzên serdest yên mîna Emerîkayê jî zelaltir dibînin ku bêyî vîna Kurdan a siyasî û leşkerî li herêmê aramî pêk nayê…

Erdogan him li hundir û him jî li derve qedera xwe bi polîtîkayên şer û bikaranîna çekan ve girêdaye. Lê wer xuya ye ku çekên ku ew bi kar tîne, êdî ber bi desthilatdariya wî ve çerx dibin. An jî bi gotineke din; çerxa şoreşa Kurdî desthilatdariya Erdogan jî dihêre…