
Anna Mindess ji KQED re li ser tahmên Kurdî nivîsî û bi sernivîsa "Curetkar û lezîz" pesnê xwarinên Kurdî yên li restorana Kobanî ya li bajarê Berkeley da. Mindess girîngiya navê restoranê jî weha rave dike "lê ji şîva carinan a ku pê tahm digihêjin dev wêdetir tiştek heye. Heke hûn nûçeyan dişopînin navê restoranê wê ne xerîb be ji bo we. Kobanî bajarek e li bakurê Sûrî û erda têkçûna herî mezin a DAIŞ´ê bi destê şervanên Kurd bû."
Mindess her weha bi bîr dixe ku meha Hezîranê DAIŞ´ê li bajêr komkujiyeke hovane li dijî sivîlan pêk anî.
Zext li çand û miletê Kurd bû
Xwediyê restoranê Emîn Tekîn ê ji Wanê sala 1999´an weke penaber hatiye San Franciscoyê. Midness behsa zor û zexta li Kurdan bûyî, qedexeya li ser çand û zimanê wan dike û dibêje Kurdan li dijî vê li ber xwe da û weha dewam dike: "li devera Bayê ti qedexe nînin, gelek restoran jî xwarinên Kurdî çêdikin, wisa diyar e Kobani ya ku Gulanê vebû, ji nava wan bi danîşana serfiraz a Kurdîbûna xwe derdikeve pêş."
Xwarinên Kurdî beşek in ji midbexa Derya Spî
Tekîn zû li xwe mikur tê ku xwarinîn wan ne bi tenê yên Kurdî ne û weha dipeyive: "dema mirov ji aliyî Derya Spî a dinyayê ye, li her welatî, ji Yewnanistan, heta bi Tirkiyeyê, ji Sûrî heta bi Libnanê, ji Îsraîlê heta bi Fasê, xelk hema hema heman tiştan dixwin lê belê tam û beharatên cihê bi kar tînin. Armanca me li vir ew e ku em xwarina xweş û rehet pêşkêşî milet bikin ku ji wan re ne xerîb e."
Mast û sîr, paşê beqlewe
Salatayên taybet, şorbenîsk, xwarinên bi hinaran, bi penîrê bizinan, savara bi îsot, mast û sîr, goştî donerê, babexenûc û beqlewa ji wan tahman in ku têne ber Anna Mindess. Li gorî wê ev tahm ji yîn deverên mayîn xweştir e. Dîsa goştî biraştî li Kobanî jî bi comerdane tevî savar û zebzeyan tê servîskirin.
Kurd serfiraz in bi navê wê
Aliyekî din ê balkêş ê restoranê ew e ku gelek Kurdên xwendekar li hawîrdor ji ber navê wê bi taybet tên û li wir nanê xwe dixwin. Yek ji van jî xwendekara doktorayê Filiz Çelik e ku ser firaz e pê ku restoranek eşkere Kurdbûna xwe nîşan dide û dibêje li Ewrûpa pirraniya xwaringehê Kurdan bi navê Tirkî xwarinên xwe servîs dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN