SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Xwaringeha Xanimên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmanî, bi çêkirina xwarinên Rojhilat û Îranê pêşwazî li mêhvanan dike. Nesrîn Kerîmî bi nasnav Nesrîn Tenya bi armanca nasandina xwarinên Rojhilat û Îranê, li taxa Eqarî ya Silêmanî beriya bi du mehan ev xwaringeh vekiriye.

Nesrîn li gel xwişka xwe û du jinên din şorbeya bi qîme, şorbeya bi sebze, kofte, şifte û gelek cûreyên seleta û sopê çêdikin.

Çinar Ebdullah a ji Silêmaniyê ku ji bo firavînê li xwaringehê bû, ji bo xwarinê got, “Xwarina wan gelek paqij û bi sihet e. Buhayê wê jî guncaw e. Ez gelek caran têm vir û gelek caran xwarinê dibim mal jî.”

Nesrîn dayika du zarokan e û 22 sal in ku helbestan jî dinivîse. Helbestên xwe bi pirtûka ‘Ruwan be Lapalî Xurbet’ weşandiye.