Li herêmên çeteyên Tirkiyeyê yên li gundewarên Idlibê, serferberî heye. Tê payîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) piştî ku Eterîb kontrol kir, li herêmê cihên xwe fireh bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li cihên komên çete, li gundewarên Idlibê, seferberî heye. Çeteyên Cebhe El-Wetaniyê yên girêdayî Tirkiyeyê nuqteyên xwe xurt dikin û gelek çete anîn bendên kontrolê û nuqteyên li derdora Mera El-Numan û Erîha û gelek cihên din. Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) li herêma Erîha ya li başûrê gundên Idlibê û herêmên Bisnqul, Bisamis û Qersaya nuqteyên xwe xurt kirin. Li gorî texmînan, ev xurtkirin di çarçoveya amadekariya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ku careke din li parêzgeha Idlibê nuqteyên xwe fireh dike.

Li aliyekî din jî, navenda çavdêriyê bombebarana ku hêzên rêjîmê roja yekşem û duşemê li ser herêmên li bajarokê Elatamîne û derdora wê û gundê El-Zeket û hin cihên din li derdora El-Sirmaniyê gundên bakurê rojavayê Hemayê ku di nava herêmên bêçek de ne, çavdêrî kir.

 

IDLIB