Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan a bi hejmareke pir û bi maşîneyên bombebarkirî li taxa Nezlit Şehadê ya Reqayê, şikand. Di encamê de 41 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ`ê ji bo astengkirina pêşveçûyîna şervanên QSD`ê li Reqayê, êrîşeke ku ji 7 grupên çeteyan pêk dihat û bi maşîneyên bombebarkirî, êrîşe çeperên şervanên QSD`ê yên li derdora Mizgefa Mustefa ya taxa Nezlit Şehadê, kirin. Li ser bersivdayîna şervanan, li taxê şerekî dijwar rû da. Di encamê de, şervanan êrîşa çeteyan vala derxist û du maşîneyên bombebarkirî û maşîneyeke leşkerî hatin rûxandin û 41 çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan jî hîna li qada şer in.
Her wiha şervanên QSD`ê di beşên taxê yên rizgarkirî yên Nezilt Şehadê de ku li aliyê başûrê bajar dikeve, gelek çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin.
5 cangorî hatin ragihandin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG`ê nasnameya 5 şervanên ku di Pêngava Rizarkirina Reqayê de, şehîd bibûn eşkere, kir. YPG`ê têkildarî şehadeta her 5 cangoriyên xwe, daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got: " Hêzên me jî ji bo ewlekariya sivîlên herêmê hewl didin ku wan ji qadên şer derxin û derbasî herêmên ewle yên di bin kontrola me de bikin. Bi vê armancê xebatên mezin bi baldarî tên meşandin. Bi pêşdeçûna hêzên me re nîvê Reqayê hate rizgarkirin û girseyeke mezin a sivîlên herêmê ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.
Operasyon ji ber ewlekariya sivîlan bi baldarî û bi şerên giran dimeşe. Di şerên dawî de 5 rêhevalên me heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Em weke YPG û YPJ`ê van şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin, soz didin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê. Di serî de ji malbatên van şehîdan re ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."
NAVENDA NÛÇEYAN