Talana çeteyên dewleta Tirk a li Efrînê didome.
Li gorî agahiyan, serçeteyê tûgaya 9’an a çeteyên Nûredîn Zenkî, Harûn el Reşîd, bi zorê dest danî ser mala welatiyekî Efrînî yê li kolana Welat (Rêya Şerîha) ya li navenda bajêr.
Çeteyan welatiyê Efrînî bi zorê ji mala wî derxist û zextê li welatiyên din ên li herêmê dikin ku ji malên xwe derkevin.
Çeteyên Nûredîn Zenkî, Kanûna 2018’an li Îdlibê piştî şerê bi çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam ji Îdlibê reviyabûn Efrînê û piştî demekê xwe fesix kirin û tevlî Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sûriyeyê bûn, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate avakirin.
ANF/EFRÎN