Li Dêra Zorê, êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê hate şikandin û panzerek û wesayiteke çeteyan ket destê şervanên QSD`ê.

Pêngava Bagera Cizîrê ku 9`ê Îlonê hatibû destpêkirin, dewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên li gundê Huriyê kirin, ku bi 52 kîlometreyan li bakur rojhilatê Dêra Zorê ye. Şervanan bersiv da êrîşê û şer qewimî. Di encamê de êrîş hate şikandin û 2 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê panzerek û wesayiteke çeteyan jî desteser kirin. 


DÊRA ZORÊ