Di pevçûnên li Serêkaniyê de, komên çekdar ên ku windahiyên mezin didin, sivîlan dikin hedef. Topa hewanê ya ji aliyê komên çete ve ji herêma Til Xelef hate avêtin li malekê ket. Di encama êrîşê de ji heman malbatê 2 jinên ciwan ên bi navê Hêlîn Şêxmûs a 18 salî û Bêrîvan Şêxmûs a 20 salî jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyê herdu jinên ciwan duh nîvro birin Ocaxa Tenduristiyê ya li bajarê Dirbêsiyê. Her wiha welatiyên birîndar jî rakirin Oçaxa Tenduristî ya Dirbêsiyê.

Pevçûnan doh jî dewam kir

Li aliyê din li Serêkaniyê şevê berîn komên çete êrîşî taxên ku jê hatine derxistin dikin, lê rastî berxwedana şervanên YPG'ê û şêniyên taxan hatin. Di encama pevçûnên dijwar de komên çete mecbûr man ku xwe paşve vekişînin.
Her wiha hêzên YPG'ê, li hemberî bexçeyê kesê bi navê Ismet Sêrxelî yê li nêzî Gundê Tiwêmîn ku 3 kîlometeyî nêzî Serêkaniyê ye û komên çete lê bicîh bûne operesyon da destpêkirin.   


Endamê YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê aşkere kir ku di 25’ê çileyê de şervanê YPG'ê Firas Dawid bi nasnavê Xebat Qamişlo di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest daye. Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku Şervanê wan Fîras Dawid bi nasnav Xebat Qamişlo roja 25’ê çileyê di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest daye. Navenda Ragihandinê diyar kir ku Xebat Qamişlo di dema ku welatiyên Serêkaniyê ji êrîşên komên çete diparast, di pevçûnê de gihiştiye şahdetê.
Şervanê YPG'ê Fîras Dawid bi nasnavê Xebat Qamişlo, di sala 1980’yî de li gundê Xirbê Gula ji dayik bûye. Cenazeyê Xebat Qamişlo duh gihişt bajarê Qamişlo û saet di 11.00’an de ji mizgefta Qasimo bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan sipartin axê.

YPG’ê gel ji ber bombeyan hişyar kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) welatiyên sivîl ên li Serêkaniyê hişyar kir ku destê xwe nedin bombe û hewanên ku neteqiyane. YPG’ê da zanîn ku gava hatin dîtin divê noqteya YPG'ê jê haydar bikin. Her wiha rayedarên tenduristiyê da zanîn ku di bombeyan de madeyên jehrî hene.
Li Serêkaniyê Fermandariya Tugaya Şehîd Abid, welatiyên sivîl hişiyar kir ku destê xwe nedin bombe û hewanên ku neteqiyane. YPG'ê ji welatiyan xwest ku di demeke zû de agahiyê bidin yekîneyên YPG'ê yên herî nêz û ew ê bi hosteyî wan bombe û hewanan bê bandor bikin. Her wiha Fermandariyê ji welatiyan xwest ku zarokên xwe haydar bin ku bi van bombeyan nelîzin.
Komên çete ku nikarîbûn li ber berxwedana gelê Serêkaniyê û şervanên YPG'ê li ber xwe bidin, serî li bombebarana bombeyên destan, bombeyê tangan û hewan dan. Komên çete gelek bombeyên ku avêtine taxan neteqiya ne û xetereyên mezin bi xwe re tînin. Fermandariya YPG'ê diyar kir ku komên çete bi zanebûn bombeyên ku dereng diteqin bi ser taxên welatiyan de dibarandin. Her wiha rayedarên tenduristiyê aşkera kirin ku hin bombeyên ku dereng diteqin de madeyên jehrî hene.
Li Serêkaniyê, taxa Ebrê, navenda bazarê û riya Hesekê ku wek navendên komên çete bûn bi alîkariya welatiyên Serêkaniyê ew taxana ji çeteyan hat paqijkirin. Komên çete yên ku li taxa Mehetê mane, ji wir jî êrîşî welatiyên sivîl û şervanên YPG'ê dikin û bi vî awayî dixwazin taxa Ebrê û deverên ku jê hatine derxistin careke din bixin deste xwe.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hemû riyên ku tên ser taxa Mehetê, ya ku bûye wek wargeha komên çete ji aliyê YPG'ê ve hatiye girtin, lê komên çete ji sînorê Tirkiyeyê zexîre, erzaq û alîkariyan derbas dikin. Bi hewan û bombeyan êrîşî sivîlan dikin. 

ANF/SERÊKANIYÊ