
Çeteyên DAIŞ’ê kolan bi kolan ji nav Kobanê tên derxistin. Navena Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên dawî de 23 çete hatine kuştin. Di şer de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku berxwedana li Kobanê li dijî çeteyan di roja 57. de dewam dikin. Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên bi teqwiyeya komên nû û çekan, ji aliyê şervanên YPG/YPJ ve hatine têk birin û destnîşan kir ku bi êrîşên dijber re hêzên YPG/YPJ’ê gelek nuqteyên çeteyan dagir kiribûn, rizgar kriine. Topbarana çeteyan a bi hawanan li dijî bajêr jî, bê navber dewam dike.
Hin kolan hatin rizgarkirin
YPG’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê li Kobanê de agahî dan. Li gor daxuyaniyê şerê li eniya rojhilatê Kobanê bê navber dewam kir û şervanên YPG´ê derbên giran li çeteyan dan. Hêzên YPG´ê li milê Kaniya Kurdan bi pêşve çûn, komên çete û çekên wan ên giran hatine têk birin û hin nuqteyên dagirkirî ji çeteyan hatine paqijkirin. Di vê mijarê de ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me, li vê derê kolanek bi pêşve çûn û derbên mezin li çeteyan dan. Li vê herêmê heta niha hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tesbît kirin. Li kolana Şaredariyê heta niha şerê sîng bi sîng dewam dike. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin lê vê derê 13 çete hatine kuştin.”
Ji YPG´ê çalakî
YPG´ê ragihand ku li eniya rojava li derdora gundên Minaze û Îzea, li hemberî çeteyan hin çalakî û êrîş pêk hatin. Êrîş tevahiya şevê dewam kirin û 8 çete hatine kuştin. Daxuyaniya YPG´ê wiha dewam dike: “Li eniya başûr jî, wekî asta eniyên din de nebe jî şer dem bi dem dewam kir. Lê vê herêmê kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehatiye zelalkirin. Hêzên me 5 kîlometre li başûrê bajêr, li ser rêya Helebê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de motorsîkletek hatiye rûxandin û 2 çete hatine kuştin.” YPG ragihand ku di şer û çalakiyan de şervanekî wan bûye xwedî sekneke mînak û birîndar bûye, lê belê li gel hemû hewldanan nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.
Li Cezaa şer
Li Cezaayê di şer de gelek çete hatin kuştin û cebilxaneya wan hat têkşikandin. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ’ê li rojava û bakurrojavayê Cezaayê hin çalakî pêk anîne û di vê der barê ev agahî da:”Li gundê Beg ê li rojavayê Cezaayê baregehek çeteyan hatiye hedef girtin. Di çalakiyê de çeka katuşa ya bi 40 lûleyan û gelek alavên leşkerî hatine rûxandin. Her wiha hêzên me doçkayek 14.5 jî rûxandin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 4 çete hatiye kuştin, û gelek ji wan jî birîndar bûne.”
Cebilxaneya wan têkşikandin
YPGê ragihand ku hêzên wan li bakûrrojavayê Cezaa li gundên Arce û Ebû Xadîr jî du çalakî pêk anîne. Di çalakiya di navbera gundên Arce û Sutukê de motorsîkletek çeteyan hatiye rûxandin. Hêza ku ji bo alîkariya çeteyan hat jî bû hedefa şervanên
YPG´ê. Li vir herî kêm 5 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de tê gotin ku li nêzikî gundê Ebu Xadîr jî li hemberî noqteyeka çeteyan çalakî pêk hatiye û çeteyek hatiye kuştin.
ANHA/KOBANÊ