
Li sê taxên Reqayê, ji doh bi şev ve şerekî giran diqewime. Heta dema amadekirina nûçeya me doh, 25 çete hatibûn kuştin. Di heman demê de şervanên QSD´ê jî her bi pêş ve diçûn. Li aliyê din tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan li taxa Nehdayê 30 sivîl rizgar kirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi navê Cenga Mezin di roja 85’an de ye. Di vê çarçoveyê de, li taxa bajarê kevn a li rojhilatê Reqayê di şer de ku heta kêliya amadekirina nûçeya me dewam dikir, 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Şervan jî mal bi mal her bi pêş ve diçin.
Li taxa Mirur a navenda bajarê Reqayê jî, ji pêr bi şev ve şer diqewime. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê herî kêm 5 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê li taxa Nehda ya li aliyê rojavayê Reqayê jî bi pêş ve diçin û hin nuqte rizgar kirin. Li vir jî di şer de heta niha herî kêm 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Tîmên taybet hewar in ji sivîlan re
Tîmên Taybet ên Rizgarkirina Sivîlan ên QSD`ê di nava wan de zarokekî 3 rojî jî 30 welatiyên Reqayê ji taxa Nehda rizgar kirin.
Doh berê sibehê Tîmên Tayet ên Rizgarkirina Sivîlan ku ji aliyê QSD`ê ve hatin avakirin, li nêzî çerxerêya Delê ya taxa Nehda ya aliyê rojavayê Reqayê, 30 sivîl rizgar kirin. Di nava wan de gelek jin, zarok û 5 birîdar hene. Du ji birîdaran zarok in û yek jî jin e.
Heyva Sor a Kurd birîndar derman kirin û şervanan sivîl gihandin cihên ewle.
REQA