Di encamê de doh  jinekê jiyana xwe ji dest da û 9 kes bi giranî birîndar bûn. Pêr jî  du malbat rastî mayînekê hatin, di encamê de 6 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên xwe gihandin Girê Spî dibêjin ku çete li Reqa Kurdan qetil dikin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanê ANHA’ê, çeteyên DAIŞ’ê ji bo Kurdan Reqa biterikînin muhletê dabû xelasbûye û welatî berê xwe didin Girê Spî. Malbatek ku doh ji Reqa ber bi Girê Spî ve derketibû rê ji aliyê benda Kontrolê ya çeteyan li rastî gundê Skîrwa ya li ser riya Riya Girê Spî û Reqa ew rawestandin û gule li ser wan reşandin. Di encamê de piraniya wan zarok û jin in 10 kes bi giranî birîndar bûn.


Li ber deriyê sînor jiyana xwe ji dest da

Rêwiyan welatî rakirin û gihandin Girê Spî, ji ber ku rewşa welatiyan giran bû, wan rakirin nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê. Rayedarên Tirkiyê derbasbûna birîndaran  asteng kir û bi derengî xist. Di encaê dernegxistinê de jina bi navê Meryem Ehmed Bozan (28) li ber deriyê Sînor ê Girê Spî jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku rewşa welatiyên din jî giran e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Navê birîndaran jî ev in: ˮŞemsa Xelîl(40), Hesen (22), Umer Ehmed (4), Aya Ehmed (11)Elya Ehmed (12), Sebha Ebid (60) û Mustefa Mihemed (60), her wiha navê 2 kesan ne hate zanîn.ˮ


Di rêya Reqayê mayin teqiya: 6 mirî

2 malbatên Kurd jî pêr ji ber komkujiya DAIŞ’ê berê xwe dan Kobanê û di rê de rastî mayînekê hatin, di encamê de 6 kes ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Malbatên welatiyên Kurd Mustefa û Mehmed Ebdulrehman ên ji bajarê Reqayê ku pêr ji ber gef û tehdîdên çeteyê DAIŞ’ê ya li dijî Kurdên Reqayê û biryara derxistina wan ji bajar, di riyên qaçax re xwestin xwe bighînin Kobanê lê di rê de mayînek di tirmpêlên wan de teqiya.

Di encama teqandinê ji 11 kesên di tirimpêlê de 3 jê zarok bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, her wiha 5 birîndar bûne. Kesên jiyana xwe ji dest dan ev in: ˮKewser Mustefa Ebdulrehman (sal û nîv), Mehmud Mustefa Ebdullrehman (3), Ehmed Mehmud Ebdulrehman (6), jina bi navê Hacîre Ebdulrehman ku temenê wê nehat zanîn, Zehra Mihemed hevsera Mustefa Ebdulrehman û ajokarê tirimpêlê ku navê wî nehat nasîn in.

Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Emel a li navenda bajarê Kobanê, bijîşan li vir karên pêwîst pêk anîn û ew rakirin nexweşxaneyên Bakurê kurdistanê.  


 RAQA