Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî êrîşên komên çete yên li dijî herêmên derdora Bendava Tişrînê û herêma Şedadê, bi daxuyaniyekê agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê 11’ê Îlonê berê sibehê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birine ser çeperên hêzên YPG´ê yên li gundê Qadiriyê yê li rojhilata başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

YPG dibîjen, şeva heman rojê, çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Taaqa ya li rojhilata başûr a gundê Azawî ya giredayî Şedadê êrişek lidarxistiye, belê ev êriş hatiye şikandin û bi qasî hatiye zelalkirin 2 çete jî hatine kuştin, lew cenazeyên herdu çeteyan li meydana şer hatibûn hiştin tevî doçkayeke 12,5 mm.

YPG´ê da zanîn ku 11’ê Îlonê bi şev çeteyên DAIŞ’ê hewl dan li dijî gundê Til Osman ê li rojhilata başûr a Bendava Tişrînê êrişeke li dar bixin, lê di encama destwerdana hêzên wan de ji meydana şer reviyane.


‘Em ê li gorî agirbestê tevbigerin’

Li aliyê din Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku ew ê li gorî agirbesta li Suriyê hatiye îlankirin tevgerin û şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê bidomînin. Fermandariyê xwest ku pêvajoya veguhestina siyasî destpê bike.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Em weke YPG´ê hevpeymana di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Rûsyayê de wek gaveke erênî dibînin û teqez dikin ku em ê di çarçoveya vê agirbestê de tevbigerin. Em hêvî dikin ku bi vê hevpeymanê re em bi hev re li hemberî terora DAIŞ`ê şer bikin û li gorî biryara Meclîsa Ewlekariyê ya Navneteweyî ya bi hejmar 2254 pêvajoya veguheztina siyasî dest pê bike. Di vê pêvajoyê de Sûriyeke nû wê were avakirin û li gorî qanûnên navneteweyî mafên hemû pêkhateyên Sûriyê werin parastin.”

YPG´ê îşaret bi wê yekî kir ku ji bo ku pêvajoya agirbestê daîmî be, di serî de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke aliyê sereke û hemû aliyên siyasî yên dîtir ciyê xwe di pêvajoya veguhestina siyasî de bigirin. YPG´ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Weke YPG, em ê li hemberî terora DAIŞ`ê têkoşîna xwe bidomînin. Hemû pêkhateyên herêmên rizgarkirî û herêmên ku dê werin rizgarkirin, biparêzin. Parastina pêkhateyên herêmê wê aramiyê li herêmê ava bike û dagirkeriya Tirkiyeyê ya xaka Sûriyeyê bi dawî bike.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN