Revandin û pere xwestin
Malbata Ehmê diyar kirin ku Ehmê di 17’ê Çileya 2014’an telefonî malbatê kiriye û ji bo malekê bar bike ber bi Hesekê ve bi rêketiye û ji wê demê ve winda bû. Malbatê diyar kir ku piştî çend rojan kesekî nenas telefonê birayê Ehmê kir û jêre got ku ew endamê Cebhet El-Îslam (Eniya Îslamî) in û mikur hatin ku wan birayê wî revandine. Malbatê da zanîn ku kesê behsa mijarê ji wan 12 milyon lîreyên Sûriyê xwestine ku Ehmê serbest berdin.
Bavê 6 zarokan bû
Birayê Ehmê jî got ku wî li ser telefonê kesê behsa mijarê îqna kir ku tenê milyonek û nîv bide wan da ku birayê wî serbest berdin.
Malbatê anî ziman ku ji bo Ehmê serbest were berdan, pere radestî wan kirine, lê Ehmê serbest bernedan. Di 7’ê Adarê de cenazeyê Ehmê ji aliyê şivanan ve li herêma di navbera gundên Sîha û Um El-Cîra Xerbî yên rojavayê bajarê Hesekê kuştî hate dîtin.
Li ser canê Ehmê şûpên îşkenceyê diyar bûn. Îbrahîm Hemo Ehmê di sala 1958’an de ji dayîk bûye. Ehmê bavê 6 zarokan e.
ANHA/AMÛDÊ