Çeteyê bi navê Îsa Ebdulfeta Hemûd, îstîxbarata Tirk wezîfeyê didiyê ku jehrê bixe nava xwarina şervanên QSD’ê. Ji agahiyên Hemûd diyar dibe ku gelek çeteyên dijminê gelan û DAIŞ bixwe jî dewleta Tirk bixwe ne.
ERSÎN ÇAKSÛ/DEZA DESTAN / ANF / REQA
Dewleta Tirk bi rê û rêbazên cuda êrişên xwe yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dawî li hebûna çeteyên DAÎŞ’ê anî, dewleta Tirk giranî da ser êrîşên hucreyên razayî.
Hêzên QSD’ê rojên dawî li herêma Firatê operasyonên taybet pêk anîn û gelek kesên têkiliya xwe bi îstîxbarata Tirk û DAÎŞ‘ê hene tevî teqemeniyan zevt kirin. Endamên çete yên hatin zevtkirin der barê pîlanên qirêj ên îstîxbarata Tirk û DAÎŞ’ê yên li dijî herêmê û bûyerên kuştinê de agahiyên girîng dan.
Îstixbarata Tirk terorê bi rêxistin dike
Çeteyên DAÎŞ‘ê yên hatin zevtkirin li xwe mikur hatin ku hewl dane rûspiyên herêmê bikujin, bi kincên QSD, YPG û hêzên xweparastinê yên herêmê sivîlan birevînin, fîdye bixwazin û êşkenceyê bikin. Îsa Ebdulfetah Hemûd ê ku meh û nîvek beriya niha li Reqayê hate zevtkirin qala rêbazên qirêj ê dewleta Tirk kir.
Hemûd diyar kir, ew hatiye wezîfedarkirin ku tevlî nava QSD’ê bibe û jehrê bixe nava xwarina şervanan. Hemûd anî ziman, fermana vê yekê kesê bi navê Ebû Hela daye wî ku li Tirkiyeyê ye û welatîbûna Tirkiyeyê ji wî re hatiye dayin. Hemûd ragihand, Ebû Hela gef lê xwariye ku eger vê yekê qebûl neke wê malbata wî bikuje.
Deriyê sînor ê ne fermî
Hemûd ê ku ji herêma Meskene ya Helebê ye, anî ziman ku sala 2016’an ji bo kar bike di ser Îdlibê re çûye Tirkiyeyê û demekê li navçeya Zeyntînbûrnû ya Stenbolê xebitiye. Piştî ku demekê li Zeytînbûrnûyê kesê bi navê Ebû Hela yê ji Derayê nas dike. Ebû Hela pêşniyar dike ku ew li sînorê Îdlib-Tirkiyeyê bazirganiyê bike û ew vê qebûl dike. Êdî li ser sînor Hemûd bi Ebû Hela re dixebite. Di deriyê sînor ê ne fermî de gelek avalan derbas dikin. Piştre li gorî îddîaya Hemûd ew li ser meseleyekê ji hev vediqetin û ew vedigere mala xwe. Lê Ebû Hela piştî demekê telefonî wî dike û jê dixwaze ew biçe Reqayê û xwe li nava şervanên QSDê qeyd bike û paşê jehrê bixe nava xwarina şervanan. Li Reqayê jinek hebên jehrê dide Hemûd, lê ew hê vê nake tê zevtkirin.
Ebû Hela bi Îstixbarata Tirk re dixebite
Hemûd diyar kir, kesê bi navê Ebû Hela ji Dera ye, demeke dirêj e li Enqereyê ye, tevî malbata xwe welatîbûna Tirk wergirtiye û got, “Kesekî gelekî dewlemend e. Li nêzî otogara Enqereyê restoranteke xwe ya mezin a bi navê Ebû Hela heye. Li Hatayê fîrmaya xwe ya otobusan heye. Bi îstixbarta Tirk re dixebite.”