Hêjayî gotinê di demeke ku çeteyên DAIŞ`ê gundê Um Hoş û Um Qura li herêma Şehabayê bi dijwarî topbaran dikir, çeteyên Cebhet El-Nûsra jî gundê Qestel Cindo topbaran dikin.

Li aliyê din Çeteyên DAIŞ`ê 7 gundên din ên herêma Şehbayê radestî çeteyên Tirkiyê kirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ji wan gundan derketin berê xwe dan eniyên şer li dijî hêzên şoreşger ên li gundên Um Hoş û Um Qura.

Çeteyên DAIŞ`ê doh gundên Iyûn, Xirbe, Berhan, Tenûze, Qerkelbîn, Elwaş û Silsane ku dikeve başûr rojhilatê bajarê Ezazê, radestî çeteyên Tirkiyê kirin. Radestkirina gundan bê ku şer di navbera herdû aliyan de derkeve pêk hat.

Ji aliyekî din ve jî Artêşa Şoreşgeran doh bi daxuyaniyekê raghandin ku bi sedan ji çeteyên DAIŞ`ê ji gelek eniyên bejahiya Helebê vekişiyane û berê xwe didin eniyên şer ên li Um Qura û Um Hoş ku hêzên Şoreşger li wirin.


 EFRÎN