Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin di şerê qewimî de 16 çete hatin kuştin. Hêzên QSD piştî ku pêr bajarokê Xatûniyê û gola wê rizgar kirin, li herêmê xebatên lêgerînê didomînin.Di xebatên lêgerînê de 3 doçkayên 12,5 û 300 guleyên wan, 2 çekên BKC û 200 guleyên wan, 3 roketavêjin RPG (bisving) û 11 roket û 2 çeteyen wan, 2 çekên M16, 10 şarjor û 200 guleyên wan, 32 rext, 30 bombeyên destan, 9 klêş, 70 şarjor û hezar guleyên wan hatin bidestxistin.


Li gundikê Akil pevçûn

Li aliyê din ji pêr li gundikê Akil ê li başûrê Hesekê jî pevçûn derketin û 8 çete hatin kuştin. Di vî şerî de ji klêşek, yek BKC û dûrbînek şevê hatin bidestxistin.

Pêr şev jî saet derdora 20.30’an de di encama şer de 8 çete hatin kuştin. Di şerê ku heta doh sibehê dom kirin de, çekek karnas, 5 klêş, 7 şarjor û 100 guleyên wan, 2 roketavêjên B7, yek Espacio, motonsikletek û bêtêlek hatin bidestxistin. 


Holê dişewitînin

Gore nûçegihanên ANHA’yê piştî ku hêzên QSD’ê xwe nêzî Holê kirin, çeteyên DAIŞ'ê dest bi şewitandina bîrên petrolê û gelek malên li pêşiya bajarok kirin. Sivîlên dixwazin ji bajarok derkevin jî rastî astengiya çeteyan tên. 


Herêmên bi mayin paqij dikin

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî hêzên QSD’ê windahiyên mezin didin û direvin, li her derê mayinan datînin. Hêzên QSD’ê jî ji bo ku sivîlan biparêzin herêmê ji mayinan paqij dikin.


Gundê Efrînê topbaran dikin

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên ANHA’yê ji herêmê dane, çeteyên El-Nusra û  Ehrar El-Şam gundên Basûfan û Beiyê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efînê dane ber topan.Çete bi hawanan û çekên giran êrîşî gundiyan dikin, vê yekê hişt ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel ji bo parastina sivîlan herdu gund vala kirin da ku jiyana wan were parastin. 


Li Cerablusê êrîş hate rawestandin 

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku li başûrê Cerablusê 2 çeteyên ku amadekariya êrîşan dikirin hatine kuştin. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di 11’ê Mijdarê de hêzên me li dijî komekî çeteyên DAIŞ’ê ya ku li başûrê Cerablusê amadekariya êrîşê dikir operasyonek lidar xist. Di encama operasyonê de 2 çete hatin kuştin û maşîneyeke leşkerî ya çeteyan jî hatin ruxandin.

 Di 11’ê Mijdarê de çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî gundên Basufan û Baey ên giredayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi topên hawan û çekên giran erîş lidar xistin. Êrîşa çeteyan hîn jî bi navber berdewam dike.”


 HESEKÊ