Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 200. a berxwedana Kobanê de, komên çete li başûrê Kobanê êrîşeke berfireh dan destpêkirin û hat gotin ku li gundên Qil Heyde, Sepeta Ereban û rêbenda Dîcleyê pevçûnên dijwar qewimîne.

Li gorî daxuyaniyê, di pevçûnên li vê derê yên bi hêz û çekên teqwiye yên çeteyan rû dan de, 22 çeteyên DAIŞ‘ê hatine kuştin.


Li Kantona Cizîrê pevçûn devam dike

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê şevê din li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Menacir ê Til Temirê çalakiyek pêk anîne û di pevçûna li qada Girê Fattun de 5 çete hatine kuştin. Hat gotin ku nêzî gundê Xizêla yê li başûrê Til Hemîsê çalakiyek lidar xistine ku di encama vê êrîşê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. 


 KOBANÊ/HESEKÊ