
Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşî bajaroka Til Meerûf a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya herêma Cizîrê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de şer û pevçûn rû dan. Hêjayî gotinê ye ku YPG pêr bi daxuyaniyekê li gel mafê xweparastin hemû çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandin. Tevî vê yekê jî komên çete êrîş kirin.
YPG hişyar kir
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê der barê êrîşên komên çete ya li dijî gundê Til Meruf ê girêdayî Tirbespiyê pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dema êrişê de yekîneyên YPG’ê di gund de nebûne, li derdora gund bûn. YPG bibîrxist ku gor hatine hilweşandin û malên sivîlan bi awayekî hovane talan kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ewê li ser esasê bersivdanê, ewê bersivek tund bidin.
TIRBESPIYÊ