Hate ragihandin ku êrişeke bi erebeyeke bomebebarkirî li dijî bargeheke çeteyên “Mertala Firatê” li bajaroka Raî pêk hat, li gorî agahiyan, bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji herêmên çeteyên “Mertala Firatê” ew dagir kirine, doh li gundê Bab Leymûn ê ser bi bajarokê Raî yê li bakurê Helebê, êrişeke bi erebeyeke bomebekirî pêk hat. Êrişê ji xwe re civîna fermandên komên eskerî yên girêdayî Tirkiyeyê kir hedef.

Li gorî agahiyên destpêkê bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Agahî hene ku di êrişê de hejmarek sivîlan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyekî din jî, hate ragihandin ku piştî êrişê yekser êrişeke din jî bi motorsêklêtekî bomebekirî rû daye. Lê hîna nehatiya zanîn ka ev agahî rast in yan na.

Tê zanîn ku gundê Bab Leymûn wekî baregeha sereke ya çeteyên DAIŞ`ê dihat dîtin û niha jî navendeke girîng ji çeteyên Tirkiyeyê re ye. Li vî gundî beriya çend salan gelek civîn veşartî di navbera serbazên artêşa Tirk a dagirker û serçeteyên DAIŞ`ê de jî hatin kirin.

 ANHA/KOBANÊ