MIHEMED EBDO / ANHA/HELEB

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku li bajarokê Kefirhemar bi cih bûne, doh taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê kirin hedef û di encamê de zirar gihişt malên li wir.

Piştî agahî der barê avêtina hawanan de hat girtin, dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê.

Şahidê bi navê Cemîl Mihemed wiha got: “Ez li ber mala xwe bûm dema dengê bi hêz hat û dûman ji mala cîranê me rabû, revîm hundir û hin kevirên ji ber teqîna hewanê pekiyan, li min ketin.”

Li gorî rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şukrî Mamo, hewan ji derdora Kefirhemra ango ji cihê çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê bi cihbûne hatine avêtin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêr jî taxên bajarê Helebê yên di bin serweriya hêzên rejîmê de topbaran kirin û di encamê de 3 sivîl hatin kuştin û çendek jî birîndar bûn.