Li gorî Navenda Çapemeniya YPG’ê, çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê doh topbarana xwe ya bêserûber li dijî taxa Şêx Meqsûd dewam kir. Di encama êrîşan de zaroka 10 salî Koser Hemed û kesê 70 salî Mihemed Eslan bi giranî birîndar bûn. Welatiyan birîndar ji bo dermankirinê rakirin navenda Heyva Sor a taxê.  Her wiha ziyanek mezin gihîşte mal û milkê welatiyan.


Ziyanên madî çêbûn

Balafirên şer ên rejîmê jî doh saet di 11.30’an de çend kolanên taxa Şêx Meqsûd bombebaran kirin. Di encama vê êrîşê de jî di mal û xaniyên taxê de ziyanên madî çêbûn. 


 HELEB