Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 5 çeteyên biyanî yên di nava çeteyên DAIŞ`ê de girtin.

Navendê destnîşan kir ku dema hêzên wan tevgera çeteyan dişopand, 5 çeteyên biyanî yên ku xwe amede dikirin, êrîşî karwanên sivîlên koçber bikin, girtin.

Navendê di daxuyaniya xwe de behsa rewşa îroyîn kir û got:“Di qonaxa xwe ya dawîn de hemleya Bagera Cizîrê li dijî herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de didome. Hêzên me herêmên berfireh ji rêxistina terorîst rizgar kirin. Şervanên me baregehên wan dopêç kirin û roj bi roj derbeyên giran li wan didin. Rêxistina terorîst bi hemû şêwaz û rêyan hewl dide li pêşiya pêşveçûnên şervanên me bibe asteng û êrîşî şervanan bike.

Di rojên dawîn de komên mezin ji koçberên Dêrazorê hewl dida ji herêmên di bin dagirkeriya rêxistina terorîst de derkevin. Di encama çalakiyên şopandina tevgera terorîstan de hate diyarkirin ku endamên rêxistina terorîst dê êrîşî karwanên koçberan bikin.“

Navên wan ev in

Daxuyaniya Navenda bi eşkerekirina navên çeteyan didome ku bi vî rengî ye: “Hêzên me di 30`ê Kanûna 2018`an de 5 çeteyên biyanî yên çeteyên DAIŞ`ê ku ji Emerîka, Îrlanda û Pakistanê ne, girtin. Çeteyên ku hatine girtin, ev in;

  • Warin Kiristofer Cilark ku bi navê Ebû Mihemed El-Emerîkî tê naskirin. Ji wîlayeta Houston a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye.
  • Eleksender Rozmatovitish ji bajarê Dublin ê Îrlandayê ye.
  • Zeyd Abdullhemîd ku bi navê Ebû Zeyd El-Emerîkî tê naskirin, ji DYE’yê ye.
  • Fadil El-Rehman Cad ku bi navê Ebû Enaam El-Mûhacir tê naskirin. Ji bajarê Lahûr ê Pakistanê ye.
  • Abdullezîm Ratşût ku bi navê Ebû Emer El-Pakistanî tê naskirin. Ji bajarê Siyalkot ê Pakistanê ye.”
   

 NAVENDA NÛÇEYAN