Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku li Elmanyayê hemû xebatên koma çeteyên Erdogan a bi navê Osmanen Germania hatine qedexekirin. Ev kom beriya niha gelek caran bi kiryarên kirîmînal hatibû rojeva Elmanyayê.

Dewleta Elman çeteyên Osmanen Germania ku nêzî Recep Tayîp Erdogan û partiya wî AKP’ê ne, qedexe kirin. Li çar eyaletên Elmanyayê jî polêsên Elman bi ser çeteyên Osmanen Germania de girtin.    

Osmanen Germania ku berê jî gelek caran bi karên ne baş di medyay Elman de cih girtibû, êdî qedexe ye. Ji xeynî nêzîkbûna bi siyaseta Erdogan û nijadperestiyê, bi firotina jinan û madeyên hişbiriyê û bi birîndarkirina hinekan dihat tawanbarkirin. Wezîrê Karê Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer doh diyar kir ku wan hemû çalakiyên çeteyên Osmanî yên bi navê Osmanen Germania û komên girêdayî wan qedexe kirine.

Nêzî dewleta Tirkiyeyê bûn

Wezîrê Karê Hundir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Ev çete ji bo mal, can û azadiya mirovan xetereyeke mezin in.” Ev biryar xwe dispêre zagona komeleyan a li Elmanyayê. Di biryara qedexekirinê de hate diyarkirin ku çalakiyên van koman li dijî zagonên cezayê yên Elmanyayê ne.

Li 4 eyaletan bi ser wan de girt

Li gorî daxuyaniya wezaretê li eyaletên Rheînland-Pfalz, Baden-Wurrtemberg, Bavyera û Hessenê roja Sêşemê bi ser endamên çeteyan de girtine. Wezaretê diyar kir ku ev çete li herêmên cihê yên Elmanyayê li 16 bajaran xwe birêxistin kirine.

Piştî hilbijartinê

Wezaretê diyar kir ku lêpirsîn di meha Adarê de hatibû kirin lê balkêş e ku piştî li Tirkiyeyê rejîm guherî ev biryar hate dayîn.

Wezîr Seehofer diyar kir ku van çeteyan sûcên giran kirine û got, “Kî dewleta hiqûqê red bike, bila ne li benda borandina me bin.”

Endamên çeteyan bi sûcên teşebbusa cînayetê, şantaj, bazirganiya tîryakê, ferzkirina fihûşê û astengkirina azadiyê tên sûcdarkirin.

Berê jî hişyar kiribûn

Wezareta Karê Navxwe yê Eyaleta NRW’ê jî berê diyar kiribû ku têkiliyeke zêde baş a çeteyên Tirk ‘Osmanen Germania’yê bi AKP’ê re heye. Teşkîlata Parastina Destûrê ya Eyaleta Rhein a Bakur ya Westfalenê (NRW)eşkere kiribû ku di demên dawî de endamên ‘Osmanen Germanîa’ di çalakiyên UETD (Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropa) de, ku rejîma AKP’ê ava kiriye, weke karmendên ewlehiyê dixebitin.

AKP’ê fînanse dikir

Çeteya “Osmanen Germanîa” (Osmaniyên Elmanyayî), ku sala 2014’an bi navê klûba boksê xwe bi rêxistin kir. Karê qaçaxçitiya çekan, bazirganiya mirovan, narkotîkê û êrîşên li dijî Kurdan organîze dikir. Berê jî di çapemeniya Elman de bi belgeyan eşkere bûbû ku ev çete çeteyeke rejîma Erdogan e ku bi wekîlê AKP’yî Metîn Kulunk ve girêdayî ye.

 

BERLÎN