Li paytexta Fransa Parîs û bajarê Wessel ê Elmanyayê êrîşa çeteyên bi ser PDK’ê ve hate protestokirin.

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo êrîşên koma çete ya bi ser PDK’ê ya li ser Şengalê protesto bikin, li pêşiya buroya Nûnertiya PDK’ê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YBŞ/YJŞ’ê bilind kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bimre Îxanet, Bijî Şengal” û “Diktator Erdogan Hevkar Barzanî” hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Mehmet Alî Yildiz axaftinek kurt kir û wiha got: “Dîroka PDK’ê ji îxantê tijî ye. Divê bi lezgîn Barzanî dev ji hevkariya qirêj a bi Erdogan re dide meşandin dev jê berde.”

Li bajarê Wessel ê Elmanyê, Meclîsa Dîaspora ya Şengalê, ji bo şehîdên HPG’ê û YBŞ/YJŞ’ê yên ku di encama êrîşa nemerdane ya çeteyên PDK’ê de li Şengalê şehîd bibûn, li Mala Êzidiyan a Wesselê civînekî ya bîranînê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê û şûnde di saet 13:00’an de destpê kir. Nêzî 100 kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de piraniya beşdarvanan welatiyên Êzidî bû ev jî bal kişand ser xwe. Di civînê de Hevserokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fikret Îgrek axivî, rewşa dawî ya Şengal û êrîşên çeteyan nirxand. 


PARÎS / WESSEL