Dewleta Tirk û çeteyên wê talan, êşkence û revandina ku bi dagirkirina Efrînê re dayî destpêkirin didomînin. Çeteyên artêşa Tirk li navçeya Mabeta ya kantona Efrînê zêdetirî 300 sivîl revandin û hê çarenûsa wan ne diyar e. Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên artêşa dagirger di saet 19:30’an de bi ser gelek malên şêniyên li navenda navçeya Mabeta ya kantona Efrînê de girtine. Di serdegirtinê de 300 sivîl ji jin, kal û pîr û zarokan revandine. Çavkaniyên ragihandinê diyar kirin ku çeteyên dagirker êşkence li kesên revandî kirine û gotinên xirab ji wan re gotine. Çarenûsa kesên revayî hîn jî ne diyar e.
Bi hezaran mirovên sivîl
Dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha bi hezaran mirovên sivîl ji navenda Efrînê û gundên wê revadine, ji bo wan berdin doza fîdyeyê dikin. Heta niha gelek mirovên ku hatine revandin ji bo pere nedane çetayan hê jî girtîne.
EFRÎN