Çavkaniyên herêmî diyar kirin, ev şerê du roj berê di navbera çeteyên Tirkiyeyê û DAIŞ‘ê de qewimî, senaryo ye û dest nîşan kirin, ku li gundên çeteyên DAIŞ’ê lê ne, gelek cebilxane hatine hiştin. Çavkaniyê heremî her wiha ragihandin, çeteyên DAIŞ’ê bi van çek û cebilxneyan êrîşî gundên Şehbayê dikin. Li gorî agahiyan, piştî piştgiriya Tirkiyeyê ya cebilxaneyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê, çeteyên DAIŞ‘ê bi şev êrîşeke mezin birin ser gundên Şehbayê û şerê li vê herêmê hê bi dijwarî dewam dike.
Tevî van êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê, di heman demê de çeteyên girêdayê Tirkiyeyê gundên Umm Housh û Harbul bomberdûman dikin.
EFRÎN