LUQMAN GULDIVÊ Siyasetzan û pisporê şerê navxweyî yê Sûriyê, akademisyenê Awusturyayî, Dr. Thomas Schmidinger li ser rewşa li bajarê Babê ku navenda herêma Şehbayê ye, got, “milîsên weke Ehrar el-Şerqiye terorê ne tenê li ser gelê Kurd yan jî hindikahiyên din ên herêmê dimeşînin, ew di heman demê de gelek caran xelkê Ereb ê deverê jî terorîze dikin.” Li gorî wî dewleta Tirk çeteyan bi kar tîne ji bo ku dagirkeriya xwe erzan dewam bike. Cenabê te bûyerên li Babê didin der, çawa dinirxîne? Gelo xelkê deverê tenê ji hin komên çete aciz e yan êdî ji dagirkeriya Tirk ne razî ye? Li herêmê Tirkiye bi gelek komên milîs ên cihê re dixebite ku hin ji wan hem siyasî û hem jî anorî reqabetê bi hev re dikin. Ev milîs li aliyekî girêdayî alîkariya dewleta Tirk in, lê belê ew di heman demê xwedî ajanda û berjewendiyên xwe bi xwe ne jî. Tevî ku niha bi temamî rewş ne zelal be jî li ser şerî û nearamiya niha li Babê, ya darîçav ew e ku di navbera milîsên Ehrar el-Şerqiye ku Tirkiye li pişta wan e û hin malbatên mezin ên cihî de pirsgirêk di asta arîşeyê de heye; jixwe Ehrar el-Şerqiye êriş bire ser wan. Sedema tam a destpêka vê arîşeyê çi ye, ez jî nikarim bibêjim, lê milîsên weke Ehrar el-Şerqiye terorê ne tenê li ser gelê Kurd yan jî hindikahiyên din ên herêmê dimeşînin, ew di heman demê de gelek caran xelkê Ereb ê deverê jî terorîze dikin. Kirinên bi gelek aliyên xwe sûc û pirrcar ên van milîsan ku qismen bazirganiya endamên bedena mirovan û bedena jinê jî dikin, zirar û ziyanê digihînin malbatên Ereb ên cihî jî. Lê belê maneya vê ne ew e ku ev xelk û kom hemû ji bo wê yekê ne ku Tirkiye vekişe. Lê belê ya zelal dibe ew e ku ji bo Tirkiye li deverên pirraniya şêniyan Ereb jî zehmetiyê dikişîne ku tevî milîsên xwe van herêman kontrol bike. Lê, ma ne berjewendiya Tirkiyeyê ye ku ewlekarî û nîzamê li Babê û hawîrdora wê misoger bike! Gelo Tirkiye naxwaze vê bike yan jê nayê? Helbet berjewendiya Tirkiyeyê ye ku li vê herêmê ewlekarî û nîzam misoger bin. Lê ya eşkere ew e ku halê hazir ji Tirkiyeyê nayê ku niha ewlekarî û nîzamê misoger bike li vê herêmê. Tirkiye dixwaze dagirkeriyeke erzan bike. Vê jî bi rêya milîsên hevalbendê xwe yên weke Ehrar el-Şerqiye dike. Ev milîs ji Sûriyeyiyan pêk tê ku mûçeyekî kêm distînin. Miriyên wan ji bo hikûmeta Tirk ne pirsgirêk e û di statîstîkên artêşa Tirk de jî behsa wan nayê kirin. Ji ber vê jî Tirkiye torên sûc ên reqîbê hev in di nava aboriyeke şer de dikire, lê ne hêsan e ku ew kirin bên kontrolkirin, çawa ku li hesabê wê dihat. Heger Tirkiye bixwaze li herêmê aştiyeke dewamî pêk bîne û kontrol bike, ew ê neçar be bêhtir eskerên xwe bişîne. Lê dema vê bike, ev ê barekî girantir ê malî, personel û siyasî derêxe holê, ku ya diyar ew e ku heta niha Tirkiyeyê xwe nedaye ber vî barî. Dixwazin qet nebe heta hilbijartinan wisa bidin nîşandan ku wan serketineke erzan bi dest aniye.