Dewleta Tirk ji bo pêşîgirtina li hukûmeta Trablûsê çeteyên xwe yên li Sûrî şandin û dişîne Sûriyê. Hejmara çeteyên qalkirî 2400 e û ev çete bêyî ku şer bikin, çekên xwe datînin û direvin. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûrî ya li Londonê ye diyar kir ku beşekî zêde yê van çeteyan ji bo ku xwe bigihînin welatên Yekîtiya Ewrûpayê reviyane Cezayîrê.

Hate ragihandin ku 17 çeteyan xwe gihandina axa Yekîtiya Ewropayê û daxwaza penaberiyê li Îtalyayê kirine. Mala Çavdêriyê diyar kir ku wan ev agahî ji malbatên çeteyan ên li Sûriyeyê wergirtine.

Mala Çavdêriyê diyar kiribû ku Tirkiyeyê 2400 çete şandiye Lîbyayê û a niha jî 1700 çeteyan ji bo şandinê perwerde dike.

Şik û guman heye, dewleta Tirk jî van çeteyan li nava Ewrûpayê bi cih dike da ku di dema bê de li dijî Ewrûpayê bi kar bîne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN