Komên çete yên ku li bajarokê El-Raî yê girêdayî navçeya Babê ya Helebê ev nêzî 10 rojan in, çekan radestî hev dikin, vê carê li navçeya Karkamiş a bajarê Dîlokê di bin çavdêriya Tirkiyeyê de civiyan.


Şanoya El-Raî 

ji bo cebilxanê bidin DIAŞ´ê

Doh çavkaniyek pêbawer ji ANHA´yê re destnîşan kiribû ku  koma bi navê Ceyş El-Fetîh ku di rastiyê de ji El-Nusra û Ehrar El-Şamê pêk tê, ev 10 roj in wekî şanoyekê berê xwe dide El-Raî. Bi vî rengî hinek caran ev kom dikeve El-Raî, hinek caran jî DAIŞ paşve digire. Herî dawiyê di 18’ê Tebaxê de lîstikek bi heman rengî hat lîstin û Ceyş El-Fetîh qaşo bajarokê El-Raî ji DAIŞ’ê girt. Lê ber bi serê sibeha 19’ê Tebaxê berê sibehê çeteyên DAIŞ’ê careke din bajarok girt.

Piştre derket holê ku ev pêkanîn di çarçoveya planekê de tê kirin. Li gorî şanoyê berpirsyarê koma bi navê Firka El-Hemze ku ew jî di nava El-Fetih de ye, yê bi navê Turkmen Sey Polat çekên ku Emerîka, Ewrûpa û Tirkiyeyê wekî alîkarî ji wan re şandine birine bajarokê El-Raî û ji DAIŞ’ê re hiştine, piştre jî vekişiyane.

Di nava koma El-Hemze de komikek bi navê Lîwa El-Hemze heye ku navê wê yê berê Ehfadi Selahaddîn bû ku ji çeteyên Kurd pêk tê.

Van koman di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi ser gundê Eyn Deqnê yê girêdayî Ezazê û bajarokê Til Rifat de jî cîh girtibû.

Çavkaniyan got, ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş dikin û komek ji wan jî koma bi navê Sultan Murad e ku yek ji fermandarên wan Osman Salih e.


Civîna Karkamişê

Ev komên navbirî pêr jî linavçeya Dîlokê Karkamişê bi çavdêriya Tirkiyeyê civiyan. Çavkaniyan ragihand ku di civînê de pêkanîna plana li ser Cerablûsê, ango dewrgirtina wê ji DAIŞ’ê hatiye gotubêjkirin.

Di dîmenên piştî vê civînê girtî de çete bi tirempêlan ji sînor derbasî axa Suriyeyê dibin. Çeteyên derbas dibin, ji hevudin re dibêjin ku ew ê biçin Cerablusê û piştgiriya Cerablûsê bikin. 


 DÎLOK




DAIŞ Cerablûsê ji çeteyên Tirkiyeyê re amade dike



Li aliyê din hin bûyerên li Cerablûsê diqewimin plana ji bo Cerablûsê êdî zelal dikin. Çavkaniyên pêbawer ên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji hundirê bajarê Cerablûsê ragihandin ku hêzên AKP’ê doh dîsa bajarê Cerablûs topbaran kirine û li aliyê xwe jî çeteyan gelek malên li hundirê bajarê Cerablûsê bombe kirine û ber bi bajarên Reqa û Babê vekişiyane.

Heman çavkaniyan ragihand ku çeteyan maşîneyên firneya bajêr ji hev vekir û veguhezand Reqayê. Derbarê mijara derbaskirina çeteyan de jî, çavkaniyan diyar kir ku çeteyên ku AKP dixwaze wan derbasî Cerablûsê bike, berê endamên DAIŞ’ê bûn û niha jî tê xwestin bi navên komên cuda careke din derbasî Cerablûsê bibin. Çavkaniyan got, sivîlên li bajêr jî ji ber ku çeteyan nehişt derbasî herêmên di kontrola QSD’ê de bibin, berê xwe dane bajarên Bab û Reqayê.