‘Hikûmet dijminatiya Kurdan dike’
Hamît Geylanî jî, axivî û got her kuştin dilê gel dişewtine û berdewamkir „Her kuştin dilê me dişewitine, lê her canê ji me diçe serhildana Kurda zêde dike. Li Şemzînanê 4 roj berê di nav du aliyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Lê Serokwezîr Wezîran ji bo van kuştinan tu gotin ne gotin. Wezîr hatin navçeyê û bi polîs û cendirmeyan re hevdîtin pêk anîn. Lê sivîlên hatin kuştin nedîtin û malbatên wan ziyaret nekirin. Ev jî dide xuyandin hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd dijminatiyê dike.“ Geylanî, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: „Ev 50 rojin Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re nikarê hevdîtin pêk bîni. Sedema ve biryara şer giritineyê. Dizanin ku Birêz Ocalan dê lîstîka wan xira bikê û kuştinan bide sekinandin. Ji ber vê jî destura hevdîtinê nadin. Lê Kurd de serhildanên xwe dewam bikin.“
Piştî axaftinan ji bo kesên tevli merasîma cenaze bûn xwarin hate dayîn.
COLEMÊRG