NARÎN EMÎN / ANHA/EFRÎN
Hêzên Asayîşa Kantona Efrînê, 3 çeteyên hewl didan derbasî kantonê bibin û kiryarên li dijî ewlekariya herêmê pêk bînin, girtin. Çeteyan, piştî lêpirsînê eşkere kirin ku dewleta Tirk çek û madeyên hişbirinê dide wan.
Hêzên Asayîşa Kantona Efrînê karîbû 3 çeteyan bigire. Çeteyan hewl didan di 3 xalên cuda yên kontrolê re derbasî kantonê bibin, girtin. Çeteyên bi navê, Îbrahîm El-Mihemed(18) ji Dêrezora rojhilat, hesen Ebdulxemîs (17) li gundê Granîc ye û çeteyê bi navê Ebû UdeyEl-Xêr ê 19 salî ji bajarê Dêrezorê ye.
Çeteyan di lêpirsînê de li xwe mikûr hatin ku ew tevlî komên çete bûbûn û gelek êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyê û Rojava pêk anîne.
Çeteyê bi navê Îbrahîm El-Mihemed, diyar kir ku ew di gelek êrîşên çeteyan ên li dijî QSD`ê de cih girtiye.
Îbrahîm El-Mihemed da xuyakirin ku wî dixwest li Kantona Efrînê kiryarên tawanê pêk bîne, lê hêzên asayîşê li hemberî wan derketin û karîbûn wî bigirin.
Çeteyê bi navê Hesen Ebulxemîs jî diyar kir ku ew bi pereyan hat xapandin ku hin caran mûçeya wan a mehekê 50 Dolar bû. Her wiha da zanîn ku para wan di talankirinê de jî hebûye û got: "Li gorî bajarê dihate talankirin wan heta bi 2 hezar dolaran jî ji çeteyen wergiritine."
Dewleta Tirk piştgir e
Ebû El-Udey diyar kir ku, ew ji aliyê dewleta Tirk ve ku îdîa dike ew şerê terorê dike, dihatin destek kirin. Ebû Udeyî her wiha got, Tirkiyê tevî piştgiriyêmadeyên hişbirinê jî dane wan, da di şer de netirsin û li ser şêwazên cuda yên kiryarên terorîstiyê bên teşwîqkirin.
Xebatên lêpirsînê ji aliyê Hêzên Asayîşê ve, hê didomin.“